Kayyuş Çalikman:Divê dewletê sozên xwe ji zûde bianîna cih 2026-08-03 09:05:02   Melîke Aydin   STENBOL, Kayyuş Çalikman bal kişand ser berpirsyariya dewletê ya di aştiya civakî de û daxuyakirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê sozên hatin dayîn divê bihata cih û li dijî gotinên nefretê jî divê ewlehiya qanûnî pêk bê.   Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê payîn ku dewlt gavên hiqûqî bavêje. Aliyên cuda yên civakê jî van gavan ji bo pêşketina pêvajoyê girîng dibînin. Nivîskara Ermenî Kayyuş Çalikman da zanîn ku aştiyeke mayîn de wê hemû civakê rehet bike û got ji bo parastina zimanê dayikê û li dijî gotinên nefretê ewlehiyên qanûnî girîngin.   ‘Aştiyeke mayînde wê hemû civakê rehet bike’   Kayyuş Çalikman daxuyakirin ku aştiyeke mayînde wê bandorê li hemû civakê bike û wê pêvajo jiyana hevpar jî biguhere. Kayyuş Çalikman wiha berdewam kir: “Pêvajoyeke aştiyê wê aramiyê bîne civakê. Wê civaka Ermenî jî jinên Ermenî jî rehet bikin. Di encamê de em li vir dijîn. Em jî ji her tiştî bandor dibin.”   ‘Divê sozê hatibûn dayîn ji zû de bihata cih’   Kayyuş Çalikman di berdewamiyê de diyar kir ku bi paşerojê re rûhevhatin divê ji zû de bihata kirin û wiha anî ziman: “Di van rojan de divê me pêvajoya aştiyê bidawî bikira. Lê pir dereng ketiye. Em li bendê çi ne ez nizanim.Dewlet li bendê çi ye, ez nizanim.”   ‘Hewce bi zemîna adîlane û wekhev heye’   Kayyuş Çalikman daxuyakirin ku di pêvajoya dîrokî de jinên Ermenî pêşeng bûne lê ji ber kêmbûna nifûsa Ermenî bandor nameye û wiha bi lêv kir: “Jinên Ermenî navberekê platform ava kirin û dişibiya mînaka jinên Kurd.  Jinên ewil tevli tevgerên siyasî bûne jinên Ermenî bûn. Jinên Ermenî, Tirk û Kurd xwedî heman daxwazane. Em jî civak in.  Hewcedariya me jî bi zemîneke welatibûna wkehev û adîlane heye. Wek welatekî ji vî welatî daxwaza me jiyaneke bi zimanê dayikê û nasnameya xwe jiyankirine. Ji bo serkeftina pêvajoyê sozên hatin dayîn divê bihata cih û li dijî gotinên nefretê jî divê ewlehiya qanûnî pêk bê.”