‘Divê polîtîkayên ku jiyana jinan diparêze bikevin jiyanê’ 2026-07-15 09:04:28   ÎZMÎR - Denîz Uslu got tedbîrê pêwist bê girtin wê pêşî li tundiya mêr bê girtin û got: “Divê Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve jiyanê, di mijara zayenda civakî de pewerdehî ji bo peywirdarên cemawerî bê dayîn.”   Qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin û li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha hezîranê de 29 jin hatine qetilkirin û 14 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Tevî ku jin bi dehan carî serlêdanê dikin û biryarên dûrxistinê jî mekanîzmayên parastinê bi bandor pêk nayên. Jin diyar dikin ku bi mekanîzmayên hiqûqî yên bi bandor û têkoşîna jinan dikare pêşî li tundî û qetilkirinên jinan bê girtin.   ‘Pêşî li qetilkirinên jinan nagirin’   Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu da zanîn ku divê mekanîzmayên hiqûqî yên bi bandor bikevin jiyanê. Denîz Uslu diyar kir ku tevî ku dikare pêşî li qetilkirinan bê girtin tiştek nayê kirin û got: “Jin rastî tundiyê tên gilî dikin. Biryarên parastin û dûrxistinê tên girtin; lê biryar bi bandor pêk nayên. Mekanîzma parastinê ya wek kelepça elektronîk baş nayên kontrolkirin. Polîtîkayên heyî di parastina jinan de qels dimînin. Rakirina Peymana Stenbolê tablo hîn girantir kiriye. Pirsgirêk ne tenê îhmalkarî ye, hebûna feraseteke siyasî ye. Ne ku nikarin pêşî li vê tabloyê bigirin, pêşî lê nagirin.”   ‘Divê parastin xwe bispêre kontrola bi bandor a dewletê’   Denîz Uslu destnîşan kir ku gelek jin tevî ku bi dehan carî gilî dikin jî tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Pir caran biryarên parastin û dûrxistinê tên girtin. Lê mixabin mekanîzmayeke kontrolê ya bi bandor tuneye. Pergala ragihandina otomatîk û kelepça elektronîk bikeve dewrê wê pêşî li qetilkirinan bê girtin. Nikare bê payîn ku jin her tim pêkanîna KADES’ê bikar bîne. Nikarin xwe bigihînin telefonan. Di vir de mijar ne tenê prosedur e, mafê jiyana jinê ye.”   ‘Jinên zimanê wan ne Tirkî ye pirsgirêkên cidî dijîn’   Denîz Uslu bi lêv kir ku xwegîhandina hiqûq û edaletê bi sînor e û gelek jin mafê xwe nizanin, yên dizanin jî di pêvajoyên qerekol û dozgeriyê de rê û rêbazên pêwist nagirin. Denîz Uslu ev tişt anî ziman: “Jinên Tirkî nizanin jî di alî xwegîhandina edaletê de pirsgirêkan dijîn. Ji ber wergervan tune ne pir caran encamên ku telafiya wan tuneye derdixe holê. Divê Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve jiyanê. Divê ji bo peywirdarên cemawerî perwerdehiya zayenda civakî bê dayîn û ev perwerde ferz be. Divê polîtîkayên ku mafê jiyana jinan esas digirin bikevin jiyanê.”