TJA dê li dijî bûyerên destdirêjiyê xebata hashtagê pêk bîne 2026-06-21 14:48:11   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA dê li dijî bûyerên tacîz, tundî û destdirêjiyê yên li Êlihê zêde dibin îşev li ser medya dîjîtal xebata hashtagê bike.   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikêşe li ser bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bigûman ên li Navenda Lênêrînê ya Taybet a Şîfayê ya li Êlihê ketine rojevê, dê îşev saet 20:00an xebata hashtagê bike.   TJA dê bi gotina “#İstismaraKarşıKadınNöbeti” kampanyaya hestiyariyê li dar bixe.