Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da 2026-06-16 18:47:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji pêşengên Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida nîv sedsal li kurê xwe yê ku di dema dîktatoriya leşkerî ya Arjantînê de bi zorê hat windakirin bê westan geriya, di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.   Li Arjantînê yek ji sembolên têkoşîna mafên mirovan Lidia "Taty" Almeida di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Almeida ji bo aqûbeta kurê xwe Alejandro ku di dema dîktatoriya leşkerî de bi zorê hat windakirin nêzî 5 sal têkoşîn meşand.   Lidia Almeida ji sala 1977’an û vir ve her Pêncşemê li Meydana Plaza de Mayo ya Buenos Airesê beşdarî xwepêşandanan bû, wekî yek ji pêşengên dayikên ku li aqûbeta zarokên xwe yên winda digeriya dihat nasîn. Kurê wê Alejandro, di Hezîrana 1975’an de ji aliyê komên paramîlîter ên dij-komunîst ve hat revandin û careke din jê agahî nehat girtin.   Dayikên Plaza de Mayo diyar kirin ku Lidia Almeida heta rojên xwe yên dawî jî xebata xwe domand û anîn ziman ku têkoşîna wê ya edalet û heqîqetê îlham daye nifşan. Seroka berê ya Arjantînê Cristina Fernándezê de Kirchner, Lidia Almeida wekî "şervanek bêwestan ku rêz li jiyanê digirt" bi nav kir.   Lidia Almeida yek ji kesayetên pêşeng ên ku di têkoşîna eşkerekirina aqûbeta bi hezaran kesên ku di dema dîktatoriyê de bi zorê hatine windakirin û darizandina berpirsyaran di bîra mirovan de cihê xwe girt.