Kê qeydên Gulîstan Doku yên nexweşxaneyê jêbirin? 2026-06-16 09:04:25   Şehrîban Aslan   AMED -Li gorî belgeyên dozgeriyê, qeydên razandina nexweşxaneyê û daneyên LOG yên Gulistan Doku bi awayekî profesyonel ji pergalê hatine jêbirin. Ji bo tesbîta ku kê qeyd jê birine jî şîrketa  Sisoftê agahî hatin xwestin.   Her roj hûrgulî û agahdariyên nû di doza Gulistan Doku a  xwendekara Zanîgeha Dêrsimê ku hat wîndakirin de tên bidestxisitn. Di lêpirsîna ku ji hêla dozgeriyê ve di sala 2025'an de hatiye kirin, derket holê ku Gulîstan Doku beriya bê windakirin qeydên wê yên li nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê ku li pergala sîsoftê hatibûn qeydkirin dibe ku mudaxele li wan hatiye kirin û hatibin jêbirin. Derbarê van qeydan de  dozgeriyê lêpirsînek berfireh da destpêkirin da ku kes an kesên ku qeyd jêbirine û ji Sisoft agahî xwestine bên tespîtkirin. Lêbelê, hate diyarkirin ku şîrketê hîn bersiv nedaye.   Bi jêbirina qeydanxwestin ku bibêjin 'nehatiye nexweşxaneyê'   Derbarê jêbirina qeyda nexweşxaneyê ya Gulîstan Doku de, dozgeriyê di 12'ê Cotmeha 2020'an de ji serbijîkê nexweşxaneyê yê wê demî, Çağdaş Özdemir, agahî xwest. Ozdemîr bersiv da, "Hatîye tespîtkirin ku ew di 31'ê Kanûna 2019'an de neketiye nexweşxaneya me û belgeyên ku îspat dikin ku wê heta wê demê derman wergirtiye bi vê nameyê ve girêdayî ne."   Şîrketê got 'bi awayekî profesyonel hatine jêbirin'   Paşê dozgeriyê ji şîrketa ku niha berpirsiyarê sîstema qeydên Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê ye, agahî xwest. Şîrketê wiha bersiv da: "Di navbera 31'ê Kanûna 2019'an û 31'ê Çileya 2020'an de, Sisoftê li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê xizmetên Pergalên Rêveberiya Agahiyên Nexweşxaneyê (HIMS) kiriye. Her çend pêwîst be ku qeydên ji bo danûstandinan di nav sîstema HIMSê de hebin jî nebûna qeydan ji bo van dîrokan berevajî kirine. Me tespît kir ku ev qeydên vê pergalê, nemaze yên ji vê rêza tarîxan, bi zanebûn bi xebata profesyonel û berfireh hatine jêbirin. Bi heman awayî, em bawer dikin ku sedema nebûna qeydan ew e ku ew di encama xebata profesyonel û berfireh a di dema Sisoftê de hatine kirin hatine jêbirin. T u îhtîmal tuneye ku qeydên hatine jêbirin werin vegerandin. Wekî din, di pergalê de qeyd ji bo dîrokên berî û piştî dîroka diyarkirî hene. Em her wiha bala dozgeriyê dikişînin ser vê rastiyê ku qeydên pergalê yên hatine jêbirin bi dîrokên ku Gülistan Doku li gorî sîstema POLNETê serî li nexweşxaneyê daye re li hev dikin." Şîrketê xwest ku ev qeyd ji Sîsoftê bên pirsîn.   Dîsa dozgeriyê, xwest ku qeydên derbarê Gulîstan doku ên 31'ê qanûna 2019'an û yên di 7'ê Çileya 2020 û 9'ê Çileya 2020'an  ku hatine jêbirin bên lêkolînkirin û bi tespîta nasnameyê re ji dozgeriyê re werin şandin.   Lê tê zanîn ku şîrketa Sîsoftê ji dozgeriyê re hata niha tu bersîv nedaye.