Dayikên Şemiyê di cejnê de hatin ba hev 2026-05-30 14:01:10   STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, li Qada Galatasarayê di çalakiya 1105’an de hatin ba hev.   Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, li Qada Galatasarayê hatin ba hev û çalakiya 1105’an lidar xistin.   Parêzvanên mafên mirovan jî bi wêneyên windayan û qurnefîlan tevlî çalakiyê bûn.