Li 4 jinên Behayî îşkecen û tecrîd 2026-05-23 19:31:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 4 jinên Behayî yên girtîne ji mafê tenduristiyê bêpar tên hiştin, bi tecrîd, birçî hiştin û êşkenceyê re rû bi rû ne. Hat zanîn ku yek ji wan jinan ducanî ye û nayê dermankirin.   Komeleya Cîhanî ya Behayî derbarê rewşa jinên girtî yên Behayî de daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê jineke Behayî ya bi navê Buşra Mustefewî ku nişteciha bajarê Refsencan a Îranê ye, çar meh in di girtîgeha Kirmanê de ye, ducanî ye û hemû daxwazên wê yên ji bo girtina destûra bijîşkî hatine redkirin.   Li gorî heman daxuyaniyê dadwer di dema dadgehkirinê de bi eşkereyî jê re ragihandiye ku ew ji ber Behayîbûna xwe li welatekî îslamî tê cezakirin.   Her wiha hat gotin ku jina bi navê Şekîla Qasimî ya 26 salî zêdetirî 100 roj in hatiye binçavkirin û ji bo dema 10 hefteyan di hucreya takekesî de hatiye girtin.   Li aliyê din, Peywend Neîmî ya ku werzîşvana melevaniyê ye, piştî ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye binçavkirin, rûbirûyî birçîkirin û êşkenceyê hatiye û Borna Neîmî jî bi şoka elektrîkê hatiye êşkencekirin.   Di dawiyê de gotin ku ji dawiya sala borî û vir ve, zêdetirî 80 hemwelatiyên Behayî ji bo lêpirsînê hatine vexwendin û 400 dozên binpêkirina mafên mirovan mîna desteserkirina serweta Behayiyan hatine tomarkirin.