Li Konyayê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin 2026-05-16 18:46:57 KONYA - Li navçeya Meramê Cîhan Dînçer, dayika xwe Nazîfe û bavê xwe Gokhan Dînçer qetil kir.   Li navçeya Meram a Konyayê Cîhan Dînçer dayika xwe Nazîfe û bavê xwe Gokhan Dînçer bi kêrê qetil kir. gumanbar qetilkirin îtîraf kir û polîsên çûn malê cenazeyên Nazîfe û Gokhan Dînçer dîtin.   Gumanbar hat binçavkirin û cenaze jî ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.