Tehliyeya Melîke Goksu cara 3’yemîn hate astengkirin 2026-05-15 12:11:29   ENQERE - Tehliyeya Hevşaredara Qereyaziyê ya berê Melîke Goksu bi hinceta “tevli lijneyê nebûye” cara 3’yemîn hate astengkirin.   Melîke Goksu ya ku di Hilbijartinên Xwecîhî yên 2019’an de wek Hevşaredara Qereyazî ya Erziromê hatibû hilbijartin, di 18’ê Îlona 2019’an de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Piştî darazê 7 sal û 6 meh cezayê hefsê li Melîke Goksuyê hate birîn û bi biryara Wezareta Karê Hundir li şûna wê qeyûm hate tayînkirin.   Tehliyeya Melîke Goksu ya ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve bo sê mehan hate astengkirin. Melîke Goksu ya ku cezayê xwe temamkiriye cara 3’yemîn tehliyeya wê bi hinceta “tevli lijneyê nebûye” hate astengkirin.   Tehliyeya Melîke Goksu ya ku ji sala 2019’an ve girtî ye di Hezîrana 2025’an de 3 meh, di Mijdara 2025’an de 6 meh hatibû astenkirin.