ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2026'AN 2026-04-30 09:00:00   * KURDÎWAR, hewl dide ku li Serhedê bibe bîrek. Ligel parastina çand û ziman hewl dide ku ji bo jinan derfetên nivîsandinê biafirîne. DÎMEN HEYE    * Jinan der barê polîtîkayên aboriyê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin divê jin xwedî aboriyeke azad bin. Her wiha jinan diyar kirin ku ji bo çareseriyê pirsgirêka aborî divê welat demokratîk be. DÎMEN HEYE    * Ekonomîst Merve Ulusoy tevlibûna jinan a hêza kar, binpêkirina keda nava malê û tundiya fînansî nirxand û diyar kir ku bandora krîzê ya li ser jinan ne tenê windahiya dahatuyê ye, di heman demê de xizaniya ‘dem û îzolasyona civakiye’ jî. DÎMEN HEYE    * Naîme Sîncî 30 sal in û Kardelen Koroglu jî 11 sal in li Îdirê esnaftiyê dikin bal kişandin ser têkoşîna aboriyeke azad û gotin: "Mirov bi qezenca xwe azad e." BI DÎMEN    * Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemed destnîşan kir ku divê têkoşîna  YPJ'ê bê dîtin, ji ber ku wê nasnameya jinan parastiye û got: "Hebûna   bi salan a YPJ'ê dêvê bê naskirin û ji alyê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve bê qebûlkirin." BI DÎMEN    * Parêzer Şevîn Kaya got ku ji ber çarçoveya hiqûqî nehatiye avakirin, pêvajo pêş nakeve û got: “Divê civak bibîne ku birêz Ocalan raste rast tevli pêvajoyê dibe û bi vî awayî divê pêvajo  bê meşandin.” DÎMEN HEYE   * Berîvan Tîbelek ya ku ji aliyê qeyûm ve cara duyemîn ji kar hat derxistin û li dijî vê berxwedana xwe didomîne wiha got: “Ev 270 roje em li dijî ji kar avêtinê ya bi awayekî dijhiqûqî pêk hatiye, têkoşîna xwe iddomînin. Di encama têkoşîna 223 karkeran qirkirina qeyûman hat sekinandin.” BI DÎMEN    * Hevseroka ÎHD’a Wanê Ayten Kiran der barê binpêkirinên di encama koçberiyê de dertên holê de axivî û got: “Jinên tên koçberkirin, li ewlatên cuda dikevin nav lepê fuhuşê.” BI DÎMEN   *Aktîvîsta TJA’yê Nurten Uzumcu da zanîn ku bi pêşketinên di dosyaya Gulîstan doku de gotinên ‘întîxarê’ têk çûne û mînak Rojwelat Kizmaz ya li Êlihê jiyana xwe ji dest da bibîr xist. Nurten Uzumcu da zanîn ku divê lêpirsînek bi bandor bê meşandin û kiryar bên dîtin û darizandin. BI DÎMEN