ROJEVA 16'YÊ NÎSANA 2026'AN 2026-04-16 09:00:00     *Parêzera OHD’yî Meryem Agar diyar kir ku di mijara pêşîgirtina tundî û îstîsmara li hember zarokan de sererastkirinên qanûnî qels dimînin û sedema ku zarok ber bi sûc ve diçin, pergal bixwe ye.” DÎMEN HEYE    *Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş ku bi piştevaniya ciwanan hat avakirin, li dijî pirtûkxaneyên bi polîtîkayên qeyûm hat girtin, li Amedê wek hêviyeke nû di 18’ê Nîsanê de tê vekirin. DÎMEN HEYE    *Xwişka Gulistan Dokû, Şîlan Dokû destnîşan kir ku piştî 6 salan di dosyeyê de pêşketina ku çêbûye gelekî girîng e û ji bo piştevaniyê bang li jinan kir. Şîlan Dokû, her wiha xwest ku waliyê wê demê Tuncay Sonel jî bê darizandin. DÎMEN HEYE    *TJA  bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna pergala tecrîda Îmraliyê di 19’ê Nîsanê de ber bi Gemlîkê ve meşê pêk tîne. Aktîvîtsa TJA’yê Ayşe Aksoy der barê amadekariyan de axivî û got: “Aktorê mukareya aştiyê Birêz Ocalan e. Aştiya Tirkiyeyê ji azadiya birêz Ocalan derbas dibe. Em hemû jinan vedixwînin meşê.” DÎMEN HEYE    *Jinan bûyera êrişa li ser dibistaneke li Sêwregê ku xwendekarekî êrîş kiribû û 16 kes birîndar kiribûn nirxand û diyar kirin ku ev ne pirsgirêkek ji rêzê ya pergalê ye. DÎMEN HEYE