Li Gimgimê gûmanbarê tundiyê hat tahliyekirin 2026-04-07 18:47:22   MÛŞ – Li Gimgimê gûmanbarê tundiyê Husnu Denîz ku ji sûcê ‘ji qestî hevjîn birîndarkirin, hatdarizandin, di duyemîn runiştinê de hat tahliyekirin.   Li navçeya Gimgim a Mûçê gûmanbarê tundiyê Husnu Denîz ku ji sûcdariya ji ‘qestî hevjîn birîndarkirin’ jina pê re zewicandî N.D birîndar kir, dihat darizandi, ruyemîn runiştina doza wî hat dîtin. Navenda Mafê Jinan a Baroya Mûşê ku daxwaz kir tevli runiştinê bibe, daxwaza wan hat redkirin.   Navenda Mafê Jinan a Baroya Mûşê li ser çapemeniya civakî daxuyaniyek da û got: “Li ser navê navenda me parêzer Leyla Kartal û parêzer Ruken Guven ji bo tevli rûniştina duyemîn a gumanbar Husnu Denîz bibe serlêdan kirin. Merciya dadê biryara tahliyeya gumanbar da û daxwaza me red kir. Runştina din di 14’ê Tîrmehê de ye û em ê şopdarê dozê bin.”