Li Mexmûrê pêşengaha 4’ê Nîsanê hat vekirin 2026-04-02 10:59:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku bi boneya rojabûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi vekirina pêşengeha hunerî didome.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku bi boneya Rojabûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi vekirina pêşengeha hunerî didome.   Pêşengeha Hunerî ya ku li salona konferansê hatibû amade kirin, gelek hunerên dest ên ku bi dest xwedevan, hunermend, zarok û ciwanên wargehê hatibûn çêkirin hatibûn pêşkêş kirin. Pêşengeha ku îro serê sibê hat vekirin wê heta 4’ê Nîsanê ji serdana gel re vekirî be.   Vekirina pêşengehê bi deqeyek rêzgirtina ji şehîdên têkoşîna Azadiya Kurdistanê re destpê kir. Piştre xwendevana Atoleya Şehîd Adil Mêrdîn, Zozan Hilalî axaftina vekirinê kir.   Zozan Hilalî di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 77 saliyê pîroz kir û wiha got: “Îro netenê rojbûna Rêber Apo di heman demê de rojbûna giştî gelê Kurde. Gelê Kurd xwedî dîrokek kevnar ya çand û hunerî ye. Hertim parastina çand û zimanê xwe kiriye, ji bo vê jî rastî gelek qirkirin û asîmilasyonê hatiye. Gelê Kurd yê ku di nava tarîtiyekê de jiyan dikirin, bi saya Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê kirin. Ji bo wê jî 4’ê Nîsanê ji bo me xwedî giringiyek zêde ye. Emê heta dawiyê şopdarê rêça Rêber Apo bin.”   Her wiha ji ber ku roja 2’ê Nîsanê roja zarokên astengdare, qûrdela pêşangehê ji aliyên zarokên astengdar ên xwendevanê Navenda Hêvî ve hate birîn û pêşengeh ji temaşkirinê re hate vekirin.