Li Wanê KURDÎWAR hat vekirin 2026-04-01 18:32:31       WAN – Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) bi merasîmekê, damezrandina xwe ragihand.    Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi merasîmekê damezrandina xwe ragihand. Komeleyê ji bo hilbijartina hevserokan li avahiya xwe civînek li darxist û di encama civînê de nivîskar Qahir Bateyî û Elîf Gemîcîoglu Yavîç wek hevserokên demkî hatin hilbijartin. Hevserokên KURDÎWARê yên demkî beriya vekirina komeleyê axaftinek kirin. Piştî axaftinê Dayikên Aştiyê qûrdele birîn û avahiya KURDÎWARê hat vekirin.   Hevseroka KURDÎWARê ya Demkî Elîf Gemîcîoglu Yavîçê anî ziman ku armanca komeleya KURDÎWARê ew e ku bi wêjekar û nivîskaran re komxebatekê bikin û got: “Komeleya nîvîskar û wêjekarên Serhedê, pengavekê nû ye. Armanca me ew e ku em wêjekar, nivîskarên Serhedê di bin siwanekî de kom bibin, komxebatên xwe bi hev re bikin, hêzê bidine hevdu û xwedî li wêje û zimanê Kurdî derkevin. Ji bo wê em li benda her jinekê, ciwanekê/î, dayîkekê ne. Ji ber ku kaniya wêjeya me dayik in. Em li benda her kesekê, her Kurdekê/î ne, bên hêzê bidine wê komeleyê.”   Hevserokê KURDÎWARê Qahir Bateyî bi lêv kir ku nifşên nû grîngiyê nadin ziman û wêjeya Kurd û got: “Ew wêjeya me ya devkî xezîneyeke bêhempa ye, deryayeke bêbinî ye, lê mixabin îro bi mirina her pîremêrekî, pîrejinekê, rûspiyekî, parçeyek ji wê xezîneyê bi wan re diçe gorê. Divê em bikaribin wê xezîneyê biparêzin, em bikaribin hunera xwe, orf û edetên xwe yên Kurdewar, ruhiyeta Kurdî, ew çanda hezaran salan ku hatiye parastin, em ê bikaribin hîn bêtir pêş bixin, û ji niha pê de jî biparêzin. Ew hêviya me hemûyan e ku hûn me bi tenê nehêlin, piştgiriya me bikin.”