ROJEVA 27'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-27 09:00:00     *Derket holê ku Aleyna Yagar a 20 salî gelek caran bi tundî û gefan rû bi rû maye û tevî serlêdanan jî ti parastinek jê re nehatiye dayîn. Malbata wê niha daxwaza edaletê dike.   *"Azadiya jinê tenê bi mêr re wekhevî yan jî dijberbûna mêr nîne. Abdullah Ocalan di pêvajoya dîrokî de nîşan da ku mêr jî hem gumanbar hem jî mexdûrê pergala zayendestperes te. Mêr heta ku van her du aliyan-rewşa hem gumanbarî hem jî mexdurbûnê- fêm neke û bi awayekî cidî guherînê neke, heta dikare bila îdia bike ku alternatîf û ji derveyê pergalê ye, nikare xwe ji versiyona pergala serdest a mêr xilas bike." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Parlamentera Partiya DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, diyar kir ku li Rojhilata Navîn bêyî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, pirsgirêk çareser nabin û got"Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan di nav gel de jî xwe daye der. Îro, avakirina civakek aştiyane û demokratîk tenê bi felsefeya rizgariya jinan mimkun e." DÎMEN HEYE   * Siyasetmedaran di bersiva serdegirtinên malan ên piştî Cejna Remezanê de tekez kirin ku îradeya aştiyê ya bi mîlyonan kesan nayê kelepçekirin û gotin, "Divê hêza siyasî û dewlet ne bi girtin û îşkenceyê, lê bi gavên berbiçav bersiva dengê aştiyê yê li qadön Cejna Remezanê bidin." DÎMEN HEYE