Li Rihayê coşa Newrozê 2026-03-22 13:04:00   RIHA - Pîrozbahiya Cejna Newrozê li Rihayê ku bi dirûşma "Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir.   Pîrozbahiya ku bi dirûşma "Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin, li ber Parka Novadê ya li navçeya Haliliyeyê dest pê kir. Tevî şert û mercên hewayê yên xirab jî welatî bi cilên xwe yên neteweyî û bi alên kesk, zer û sor ber bi qadê ve diherikin. Cîgirê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayyîp Temel, endamê Şandeya Îmraliyê Mithat Sancar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û her wiha parlamenterên herêmê tevli Newrozê dibin.   Berdewamiya nûçeyê tê....