ROJEVA 21'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-21 09:00:00     * Aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu da zanîn ku têkoşîna jinê ya ji 8’ê Adarê dirêjî Newrozê dibe didome û got: “Civakek demokratîk ya bêyî jinan ne pêkan e. Em ê daxwazên wekhevî, azadî û demokrasiyê ya di 8’ê Adarê de hatiye bilindkirin bibin Newrozê.”   * Li Stenbolê jin beriya Newrozê eleqeyek mezin nîşanê cil û bergên netewî dide û diyar kirin ku wê bi cil û bergên gelerî li qadên Newrozê bin. BI DÎMEN   * Sultan Yagmakan û Hanîfe Gumuş, ku bîranînên xwe yên pîrozkirina Newrozê di bin zextan de vegotin, diyar kirin ku ew dixwazin Newrozê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pîroz bikin û gotin: "Ji niha û pê ve, piştî vê Newrozê, em dixwazin Rêberê xwe Abdullah Ocalan li kêleka me be." BI DÎMEN