50 jin ji bo bibin ajovanê otobusê perwerde dibin 2026-03-13 15:14:21   AMED - 50 jin ji bo bibin ajovanê otobusê perwerde dibin   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku jin di jiyana aborî de hîn bi hêztir cih bigirin û ji bo piştgirîkirina wekheviya zayendî ya di veguhestina giştî de, 50 jin di nav bernameya "Projeya Perwerdehiya Ehliyeta Şofêriya Otobusê" de bi cih kirin.   "Projeya Perwerdehiya Ehliyeta Ajovaniya Otobusê" ya ku bi hevkarî ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Veguhestinê ve hatibû destpêkirin, berdewam dike. Ji bo qeydên ku di navbera 26’ê Îlonê û 10’ê Cotmeha 2025’an de bi awayê serhêl hatin girtin, 473 jinan serlêdan kir. Piştî hevpeyvînên bi 394 jinên ku şert û mercên serlêdanê pêk anîn re, 50 jinên temenê wan di navbera 24-35 saliyê de ne, li Amedê dijîn, wesayîtan bi awayekî çalak bi kar tînin û herî kêm ehliyeta wan a pola B heye, hatin qebûlkirin.   Di çarçoveya bernameya ku ji bo beşdariya hêzdar a jinan a di jiyana aborî de û ji bo wekheviya zayendî ya di veguhestinê de hatiye destpêkirin, beşdar perwerdeyên teorîk, teknîk û pratîk dibînin. Di dema perwerdeyê de jin şarezayiyên xwe yên der barê bikaranîna wesayîtên giran de pêş dixin.   Dê di qada veguhestinê de modeleke wekhevxwaz ava bibe   Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne, anîn ziman ku ew bi kelecan û şanaziyeke mezin gavan davêjin qadeke ku bi salan e zilam bi giranî tê de dixebitin. Jinan diyar kir ku rûniştina li pişt dîreksiyonê ne tenê tê wateya bidestxistina pîşeyekî, ew dixwazin di qada giştî de hîn bêtir xuya bibin. Beşdaran her wiha destnîşan kir ku zêdebûna şofêrên jin di veguhestina giştî de, dê ji bo rêwiyan û jiyana bajêr atmosfereke hîn ewletir û wekhevxwaz biafirîne.   Perwerdeyên ajotinê yên ku di 9’ê Sibatê de wekî sê koman dest pê kirine, tê plankirin ku di meha Nîsanê de bi dawî bibin. Piştî perwerdeya ku 16 saetan dikişîne, dê ji bo namzedên ku nikaribin îmtîhanê derbas bikin, beriya îmtîhanê perwerdeya zêde ya ajotinê bê dayîn.   Di dawiya bernameyê de, jinên ku perwerdeya xwe bi serkeftî biqedînin, dê mafê girtina ehliyeta şofêriya otobusê bi dest bixin.