TJA: Em di 8’ê Adarê de xwedî li banga Rêbertiyê derkevin 2026-03-07 09:03:33   WAN - Aktîvîstên TJA’yê ku xebatên 8’ê Adarê dimeşînin diyar kirin ku wê daxwaza aştî û azadiyê li qadan bînin gel hev û got: “Aştî wê bi destê jinan bê avakirin. Em ê ligel serokatiya xwe bin. Em di 8’ê Adarê de xwedî li pevajoya aştiyê ya serokatiyê derdikevin. Baweriya me bi serokatiya me bêdawî ye.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê azad dibin civaka demokratîk dihûnin" starda 8’ê Adarê da. Di çarçoveya xebatan de li Wanê xebat didomin, hevdîtinên jinan, atolye pêk tên û jin tên guhdarkirin.   Aktîvîstên TJA’yê Nazîme Arvas û Sevgî Erarslan ku xebatan dimeşînin der barê mijarê de axivîn.   ‘Jin wek kes nayê nasîn’   Nazîme Arvas da zanîn ku têkoşîna jinan bi salan e didome û ji bo hebûna jinan bê nasîn têdikoşin. Nazîme Arvas ev tişt anî ziman: “Jin bi sedsalan e wek şexs nayên nasîn. Jiyana xwe wisa îdame dikin. Ji bo jin xwe nas bikin em di çarçoveya 8’ê Adarê de wek TJA’yê xebatan dimeşînin. Li navçe, gund, taxan em xebatên jinan dimeşînin. Em li her derê civînan dikin. Di xebatên em dimeşînin de em dibînin ku jin azadiyê esas digirin.”   ‘Çavkaniya îlhama me Rêber Abdullah Ocalan e’   Nazîme Arvas wiha dirêjî dayê: “Em di civînan de têkoşîna jinan, ked, reng, azadiya jinê û Rêber Abdullah Ocalan diaxivin. Serokê me çavkaniya îlhama me ye. Jinên Kurd li her derê bedelên mezin dane. Ji ber vê dixwazin tevli têkoşînê bibin. Divê em jin bibin yek. Jin azad bibe civak jî azad dibe. Em ê di 8’ê Adarê de bên gel hev. Em bang li hemû jinan dikin ku ji aştiyê re pêşengiyê dikin. Em ê di 8’ê Adarê de xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin.”   ‘Divê em bi rêxistinê xwe xurt bikin’   Aktîvîsta TJA’yê Sevgî Erarslan jî axivî û got 8’ê Adarê roja têkoşîna maf, wekhevî û azadiyê ye û got: “8’ê Adarê ji bo me ne tenê roja pîrozbahiyê ye. Roja bibîrtxistinê ye. Em jin têdikoşin. Jin li her derê mixabin bi tirs tevdigerin. Divê em vê tirsê ji ser xwe bavêjin. An jî em ê azad nebin. Divê em ji hev piştgiriyê bigirin, xwe bi rêxistibûnê xurt bikin. 8’ê Adarê roja serhildanê ye. Jin roj bi roj xwe rêxistin dikin û têdikoşin. 8’ê Adarê bi jinan re rihê berxwedanê zîndî kir. Em dixwazin jinan bi rihê azadiyê li qadên 8’ê Adarê bibînin.”