Ji TJA'yê vîdeoya 'Niha dema jinê ye' 2026-03-01 12:12:09   AMED-TJA'yê bi dirûşma "Niha dema jinê ye' li ser medyaya dîjîtal vîdeoyek parve kir.     Tevgera Jinen Azad (TJA) bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ser hesabê medyaya dîjîtal vîdeoyek parve kir. Di vîdeoya ku Dayikeke Aştiyê, parêzer, rojnamevan û ajokarek jin tê de cih digirin de, jinan peyama "Em ji bo deng û mafên jinan li vir in" dan.