Malbatên girtiyan bang kir: Em zarokên xwe dixwazin 2026-02-27 19:10:40   NAVENDA NÛÇEYAN- Şêniyên Qamişloyê li Çerxerêya Rojava bi daxuyaniyekê daxwaza berdana girtiyan kir û banga li gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir ku bi dakevin qadan û dengê wan bigihînin her derê.   Malbatên girtiyan û şêniyan Qamişloyê li çerxerêya Rojava ya bajêr kom bûn û bi daxuyaniyekê daxwaza berdana zarokên xwe kir. Bi zimanê Kurdî mamoste Rojîn Mûsa û bi zimanê Erebî mamoste Ferîd Hesen daxuyanî xwend   Di daxuyaniyê de hat gotin ku: "Ey kur û keçên gelê me yê Kurd, ey gelê me yê li Kurdistanê û li her goşeyek cîhanê ku dilê her Kurdek azad lê dide;Em vê bangê bi dilên tijî êş û çavên xwe li hêviyek ku nehatiye vemirandin ji we re radigihînin. Kur, bav û birayên me, girtiyên Rojava, ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve zêdetirî mehekê ne, tevî peymana ku piştî lihevkirinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ji bo serbestberdana wan hatiye ragihandin girtî ne. Ev peyman nehatiye bicîhanîn û çarenûsa wan hîn ne diyar e. Malbatên wan ji her agahiyekê li ser aqûbeta zarokên xwe bêpar mane."   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dayik, bav, zarok û hevjîn ên wan girtiyan êş û xemgîniyên mezin dijîn û li benda hêviya berdan wan in. Malbatan diyar kir ku ew bang li wijdanê mirovahiyê, parêzvanên azadiyê dikin ku li kêleka doza girtiyan bisekinin, daxwaza malbatên girtiyan bi cih bînin û divê demildest girtî werin berdan.   Di dawiyê de malbatên girtiyan bang li gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir ku meşên girseyî û aştiyane li dar bixin û dengên malbatên girtiyan bigihînin her derê.