Meşa 'Mafê Hêviyê': Divê rêziknameyên azadiyê werin bicîhanîn 2026-02-27 14:35:51   AMED - Di meşa ku daxwaza pêkanîna "Mafê hêviyê" hat kirin de, wiha hat gotin, "Em bang li Parlamento û Wezareta Dadê dikin ku bêyî derengmayînê rêziknameyên qanûnî yên ku 'mafê hêviyê' garantî dikin û azadiyê di navenda qanûnê de bi cih tînin, bicîh bînin."   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD),  bi dirûşma “Bila mafê hêviyê demildest pêk bê” li Amedê meş li dar xist. Ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan parêzer bi cubeyên xwe, sazî û dezgehên sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bû. Parêzeran bi pankarta “bila mafê hêviyê demildest pêk bê” li ber Mizgefta Mezin a Sûrê kom bûn û ji vir heta Edliya Amedê bi dovîzên “Hêviya hêviyê mafê gelan e” meşiyan. Di meşê de tim dirûşmeya “Mafê hêviyê nikarin astengbikin”, “Ragînerê aştiyê li Îmraliyê ye” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hat berzkirin. Girseya ku gihişt li ber edliyê, li ser navê parêzeran Seroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter daxuyaniyê xwend.     Ekîn Yeter destnîşan kir ku bêyî avakirina bingehek zagonî ji bo aştî, çareseriyên demokratîk û edaleta civakî, ne mimkûn e ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ji krîzên xwe yên siyasî, civakî û mirovî yên kûrtir derkevin û wiha got: “Tiştê ku îro pêwîst e avakirina pergalekê ye ku tê de qanûn qaîde be, ne îstîsna, û mafên mirovan, ne keyfî, faktorên diyarker bin. Pêkanîna hevgirtin û jiyana hevbeş li ser bingeha prensîbên biratiyê tenê bi naskirin û garantîkirina mafên siyasî û kolektîf ên gelê Kurd li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev mimkun e. Ji bo ev rastiya dîrokî ku xwedî dîrokeke hezar salî ye, formeke demokratîk bigire, pêwîst e Birêz Ocalan rola xwe li ser platformeke nû bilîze. Ev rol û têkoşîn xwedî potansiyela xurtkirina beşdariya civakî û entegrasyonê, girtina valahiya demokratîk a sedsalê û bilindkirina civakê bo astek ku bi normên demokratîk ên hemdem re lihevhatî be, ne.”   Bingeha şerê aştiyê   Ekîn Yeter wiha domand, “Pêkanîna 'Mafê hêviyê'; misogerkirina azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan; bidawîanîna dûrxistina Kurdan û hemû beşên civakê ji serweriya hiqûqê û avakirina çarçoveyek ji bo entegrasyona demokratîk şertên bingehîn ên aştiyeke rastîn û mayînde ne.    Em, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê, bang li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê û Wezareta Dadê dikin ku bêyî derengmayînê rêziknameyên qanûnî yên ku mafê hêviyê garantî dikin û azadiyê di navenda qanûnê de bi cih tînin, bicîh bînin.”   Meş û daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.