Ermenî û Tirk xwedî li banga 27’ê Sibatê derdikevin 2026-02-27 09:06:33     Evîn Çîftçî-Derya Ren   RIHA - Tirk û Ermeniyên li Xeleftiyê dijîn der barê banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: “Paradîgmaya serokatiyê bikeve jiyanê wê jiyana bi hev re bi ser keve. Ji ber vê divê em gelan bi rêxistin bikin. Divê em di pêvajoyê de berpirsyariyê bigirin ser xwe.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi heyeta Îmraliyê ku ji hevserokên giştî yên DEM Partî û hinek siyasetmedara pêk dihat re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ hat parvekirin.   Bangê li her çar alî Kurdistan û cîhanê deng da. Di ser bangê re salek derbas bû, gavên ku PKK’ê avêtin mizginiya nû ya pêvajoyê da. Lê tevî vê hîna desthilatdariyê gavek navêtiye û fikar her diçin giran dibin.   Ermenî, Tirk û Kurd ku bi hev re li Xelefetiyê dijîn, der barê bangê de nirxandin kirin.   Jina bi navê Zelîha Gungoren a ji gundê Cibîn ku Rêberê Gelê Kurd lê dibistanan seretayî xwendiye, diyar kir ku ew Ermenî ne û piştî komkujiya Ermeniyan gelek zarokên keç li gundê Cibîn hatine hiştin. Zelîha Gungoren wiha got: “Dê û bavê min Ermenî ne. Piştî komkujiya Ermeniyan a 1915’an gundî xwedî li jinên ciwan derketine. Ermeniyan ji tirsa destirêjiya ya di riyan de keçên xwe dane cîranan û çûne. Pîra min jî yek ji van bûye.”   Girîngiya jiyana bi hev re   Zelîha Gungoren der barê paradîgmaya Abdullah Ocalan de jî axivî û got: “Ev paradîgmaya serokatiyê yekitî, aştî û wekheviya gelan nîşan dide. Berê Tirk, Kurd û Eremenî li gel hev bûn. Lê piştre ji hev hatine qutkirin. Ewil Ermenî hatine qetilkirin piştre dor hatiye Kurdan. Divê em xwe li her derê bi rêxistin bikin. Divê em berpirsyariyê bigirin ser xwe. Em nebin yek em ê biser nekevin.”   ‘Her tişt pêkan e’   Perîhan Goçer a ji gundê Erex ku Abdullah Ocalan bi salan bi malbata xwe re lê maye, jî wiha anî ziman: “Jiyana komunal girîng e. Wekheviya di navbera gelan de girîng e. Divê her kes li hember hev rêzdar be. Jiyana bi hev re ne zehmet e. Ez li gundê Erex dijîm. 4 kîlometre ji gundê Amara dûr e. Em hev fêm dikin. Em ji hev re rêzdar in. Jiyan bi hev re xweş e. Jiyana komunal li vir xwe dide hîskirin. Têkoşîna jinan li vir encamê digire. Bandora serokatiyê li ser gundê me zêde ye. Di salên 2000’î de pir behsa gundê me dikir. Li vir jiyana komunal xwe heyî kiriye. Zîhniyeke yekparêz tuneye.”   ‘Di vê pêvajoyê de ya pêşeng jin e’   Pervîn Çolak destnîşan kir ku ew bi vegotina girîngiya jiyana bi hev re dikarin zemîna aştiyê ava bikin û wiha got: “Li gundê Erix Tirk, Kurd, Ermenî bi hev re dijîn. Ji bo me mirovahî girîng e. Nîjad ne girîng e. Heta niha me tu pirsgirêk nejiyane. Li gund meclîsên jinan ên me ava kirine hene. Em bi wan re dijîn. Em ji jinan re vedibêjin ew jî ji derdora xwe re dibêjin. Di vê pêvajoyê de pêşeng jin in.”   ‘Divê her kes dakevin qadan’   Fatma Durmuş jî ev tişt bi lêv kir: “Ji bo jiyanek bi hev re em dikarin her tiştî bikin. Em aştiyê dixwazin. Bila Kurd, Tirk û Ermenî ji hev cuda neyên dîtin. Bila her kes bi hev re bijîn. Em hawirek bê pevçûn dixwazin. Divê em meclîsên xwe li her derê ava bikin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Divê her kes dakevin qadan.”