TJA li navçeyên Rihayê bi jinan re hat gel hev 2026-02-24 20:22:00   RIHA – TJA di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeyên Rihayê hevdîtina jinan pêk anîn.   Tevgera Jinen Azad(TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeyên Pirsûs, Hewag û Serêkaniyê ya  Rihayê hevdîtina jinan pêk anîn. Gelek jin tevli hevdîtinan bûn. Ligel vê serdana xebatkarên tekstîlê û jinên esnaf hatkirin.   Li her sê navçeyan jî li dijî tundiya li ser jinan agahdarî hat kirin. Ji bo mîtînga 8’ê Adrê ya li Pirsûsê jî banga tevlibûnê hat kirin.