Jina Afgan hêjayî Xelata Mafên Jinan a 2026’an hat dîtin 2026-02-19 13:30:00   NAVENDA NÛÇEYAN -Werzişvana tekwandoyê ya Efgan û aktîvîsta mafên jinan Marzîa Hamîdî, di 18’emîn Lûtkeya Cenevreyê ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê de hêjayî Xelata Mafên Jinan a 2026’an hat dîtin.   18’emîn Lûtkeya Cenevreyê ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê, roja Çarşemê hat lidarxistin. Organîzatoran, di daxuyaniya xwe de ragihandin ku Xelata Mafên Jinan a 2026’an dane Marzîa Hamîdî.   Marzîa Hamîdî, di axaftina xwe de bang li welatên cîhanê kir ku li Efganistanê nijadperestiya zayendî nas bikin. Marzîa Hamîdî, destnîşan kir ku Talîban komeke "terorîst" e û diyar kir ku divê ew mîna "hikûmet" neyên binavkirin.   Aktîvîsta mafên jinan, diyar kir ku naskirina nijadperestiya zayendî dikare asta têkiliyên di navbera welatan û Talîbanê de kêm bike û da zanîn di salên dawî de ji bo mafên jinên Efgan û Îranê parêzvanî kiriye û xelata xwe diyarî wan kir.   Vê serkeftinê di demeke ku Talîban piştî li Efganistanê careke din hat ser desthilatdariyê, hemû çalakiyên werzîşî ji bo zarokên keç û jinên ciwan qedexe kiriye de, pêk hat. Ji ber van qedexeyan, gelek werzîşvanên jin ên Efgan welat terikandin û hinek ji wan li welatên cuda xebatên xwe yên werzîşî didomînin.