ROJEVA 15'Ê SIBATA 2026'AN 2026-02-15 09:00:00   * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neteweya demokratîk wekî alternatîfek li hember hegemonyaya dewleta neteweyî pênase dike, azadî û aştiyê pêşkêş dike, bi gotinên "Neteweyek demokratîk xwe bi vegerandina wateya rastîn ji dîrok û çanda gelên xwe re ava dike." DOSYA   * Li girtîgeha Jinan a Şakranê girtî li dijî ferzkirina qerta nasnameyê berxwedana xwe didomînin.  Endama Komîsyona Girtîgehan a ÇHD’ê Gamze Yentur da zanîn ku girtiyên ferzkirina qerta nasnameyê qebûl nakin, gelek mafên wan tên astengkirin. BI DÎMEN    * Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt da zanîn ku aştî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina paradîgamayê wê bê avakirin û got: “Divê Birêz Ocalan azad bibe û demildest mafê hêviyê pêk bê. Heta aştî neyê vî welatî em ê têbikoşin. Aştî wêrekî, samimiyetê dixwaze.” BI DÎMEN   * Komploya navneteweyî ya ku bi tevlibûna çar parzemînan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat 27 sal şûnde li heman cihê destpê kiribû dîsa rû da. Kompolya ji nûve li Sûriye-Rojava pêk hat. Lê bi rihê yekitiya neteweyî hat hilweşandin.   * Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunya da zanîn ku di encama paradîgma li cîhanê belav bûye, komploya navneteweyî vala hatiye derxistin û got: “Divê tecrîd bidawî be û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Divê her çar alî ji bo azadiya Birêz Ocalan têbikoşin.”DÎMEN HEYE   *Hevseroka DEM Partiyê  ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê 27 salên xwe tije dike û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd hîna diodme û wiha got: “Birêz Ocalan 27 sale bi îradeyek mezin komplo vala derxistiye û li dijî vê têkoşîn meşandiye.” DÎMEN HEYE