MKG'ê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger eşkere kir 2026-02-05 12:22:34   AMED - MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê de diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê dewam dikin û hat gotin:"   Wekî MKG'ê, em balê dikişînin ser vê rewşê; em daxwaz dikin ku hemû zext, girtin, lêpirsîn û sînordarkirinên gihîştinê yên li dijî rojnamevan û çapemeniya azad bi dawî bibin û azadiya çapemenî û derbirînê li gorî prensîbên hiqûqî yên gerdûnî were misogerkirin."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê eşkere kir. MKG'ê di rapora xwe destnîşan kir ku di tevahiya meha çileyê de, rojnamevan bi binpêkirinên rasterast rû bi rû man, di nav de binçavkirin, muameleya xerab, êrîşa fizîkî, gef û astengkirina weşana nûçeyan jî hebûn û got:"Destwerdanên di dema ragihandina bûyerên civakî û pêşketinên siyasî de ewlehî û çalakiyên pîşeyî yên rojnamevanan hedef girtin. Ev yek nîşan dide ku girîngiya giştî ya raya giştî têk diçe."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Çileya 2026'an bû serdema zextên kûr û piralî yên li ser rojnamevanan û bi giştî li ser çapemeniya azad. Daneyên ku ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve hatine berhevkirin eşkere dikin ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan ne tenê li qadê, lê di heman demê de bi awayekî sîstematîk bi rêya dadwerî, aborî û bi taybetî jî di qada dîjîtal de têne kirin.   Di tevahiya meha çileyê de, rojnamevan bi binpêkirinên rasterast rû bi rû man, di nav de binçavkirin, muameleya xerab, êrîşa fizîkî, gef û astengkirina weşana nûçeyan jî hebûn. Destwerdanên di dema ragihandina bûyerên civakî û pêşketinên siyasî de ewlehî û çalakiyên pîşeyî yên rojnamevanan hedef girtin. Ev yek nîşan dide ku girîngiya giştî ya raya giştî têk diçe.   Di vê çarçoveyê de, pênc rojnamevanên ku li Nisêbînê xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Rojava dişopandin hatin binçavkirin. Rastiya ku rojnamevan tenê ji ber nûçeyan hatine binçavkirin nîşan dide ku çalakiyên rojnamegeriyê yên li qadê têne krîmînalîzekirin û rê li ber herikîna agahiyên giştî tê girtin.   Mijareke din a girîng a vê mehê sînordarkirinên zêde yên li ser gihîştina çapemeniya azad û medyaya dîjîtal e. Gelek malperên nûçeyan, hesabên rojnamevanan û hesabên medyaya dîjîtal ên rêxistinên medyayê ji Tirkiyeyê hatine astengkirin an jî nayên dîtin. Armancgirtina dezgehên medyayê yên ku li ser pirsgirêkên jinan disekinin û naveroka rexnegir diweşînin nîşan dide ku sansura dîjîtal bi awayekî bijartî û bi zanebûn tê sepandin. Ev destwerdan rasterast mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê binpê dikin.   Pêvajoyên dadwerî her ku diçe dibin mekanîzmayeke cezakirinê ya ji bo rojnamevanan; darizandinên dirêj, tedbîrên kontrola dadwerî û lêpirsînên li pey hev zexteke domdar diafirînin. Her çend di hin dozan de biryarên beraetkirinê hatine dayîn jî, darizandin bi xwe wekî amûrek çavtirsandinê derdikeve pêş.    Binpêkirina mafên aborî û civakî vî wêneyî temam dike. Derxistina ji kar û şert û mercên xebatê yên ne ewle bi rêbazên aborî zextê li ser azadiya derbirînê kûrtir dikin. Daneyên Çileya 2026'an destnîşan dikin ku binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin û çapemeniya azad pratîkên berdewam in. Her wiha pratîkên hevdu temam dikine. Binçavkirinên li qadê, zexta dadwerî û sansura dîjîtal bi hev re têne bikaranîn da ku çalakiya rojnamegeriyê neyê dîtin.   Her çend di rapora me ya çileyê de cih negirtibe jî, zextên li ser rojnamevanan di rojên pêşî yên sibatê de jî berdewam kirin. Pênc rojnamevanên Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) hatin binçavkirin, di heman demê de lêpirsînek nû li dijî mudura nûçeyan a JINNEWS'ê, Oznûr Deger, hate destpêkirin. Ev pêşketin zextên dadwerî yên berdewam ên li ser çapemeniya azad û rojnamegeriya jinan, nîşan didin.   Wekî MKG'ê, em balê dikişînin ser vê rewşê; em daxwaz dikin ku hemû zext, girtin, lêpirsîn û sînordarkirinên gihîştinê yên li dijî rojnamevan û çapemeniya azad bi dawî bibin û azadiya çapemenî û derbirînê li gorî prensîbên hiqûqî yên gerdûnî were misogerkirin.   Lîsteya rojnamegerên girtî:   1.Hatîce Dûman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê    2.Ozden Kinik -  Xebatkara TRT'yê "   Hûn dikarin ji ser lînka li jêr xwe bigihêjin temamiya raporê: