Li Helebê zarokê hatî revandin hate qetilkirin 2026-02-02 12:18:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebê zarokê hatî revandin û fîdye ji malbata wî hatî standin, hate qetilkirin. Hikûmeta Demkî ya Şamê jî kujeran diparêze.   Zarokê bi navê Mihemed Ehmed El Esaf li taxa El Şear a Helebê ji hêla kesên nenas ve hat revandin, piştî 20 rojan cenazeyê zarok hat dîtin.   Li gorî agahiyan malbata zarok ji bo serbestberdana kurê xwe 3 hezar dolar dabûn kesên ku ew revandibûn, lê tevî wê jî ew hat kuştin.   Piştî ku cenazeyê zarok hat dîtin bi çend demjimêran hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ragihand ku wan ew kesê ku zarok revandiye girtine, ev yek bû cihê gelek pirs û gumanan. Xelk dipirse ka çima sûcdar 20 rojan nehat naskirin, lê piştî kuştina zarok bi çend demjimêran hat naskirin û girtin.   Hêzên hikumetê wêneyê kesê sûcdar û navê wî eşkere nekir, vê yekê ihtimala ku hikumet hin aliyên ku destên wan di sûcê de heye diparêze, xist rojevê.   Çalakvanan diyar kirin ku ev bûyer ne kiryareke takekesî ye, lê nîşana têkçûna rewşa ewlehiyê û hilweşîna sistema dadweriyê ye. Çalakvanan gotin ku zarokê bi navê Mihemed El Esaf "du caran hat kuştin" carekê bi destê kesên ku revandin û carekê jî bi destê rayedarên ku hûrgiliyên sûcê vedişêrin.   Çalakvanan doza lêpirsîneke zelal kirin da ku sûcdar bêne eşkrerkirin û darizandin.