Ji 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriya bi Rojava re 2026-02-02 12:11:15   NAVENDA NÛÇEYAN - 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyamek piştgiriyê ji bo Rojava weşandin û çalakî lidar xistin.   Bi pêşengiya aktîvîstên jin di çarçoveya 1'ê Sibatê 'Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê' 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriyê weşandin.   Çalakgeran li bajarê Tswane yê li Efrîkaya Başûr pankart li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî daliqandin û mîtîngek lidar xistin.   Her wiha têkildarî êrişên li ser Rojava broşur li gel hate belavkirin. Lîderê sendîkaya GIWUSA jî beşdarî çalakiyê bû.