Ji Îzmîrê bang kirin: Werin em berxwedana xwe mezin bikin 2026-01-31 09:49:32   ÎZMÎR - DEKUP dê di 1'ê Sibatê de li Îzmîrê bi dirûşmeya "Em li dijî dagirkerî û qirkirina Rojava mil bi mil dimeşin" xwepêşandanekê li dar bixe. Aktîvîsta TJA Belkisa Suleymanogullari û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin bang li hemû gelê Îzmîrê kir ku beşdarî meşê bibin û berxwedana Rojava mezin bikin.    HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin êrîşî Rojava dikin û li dijî van êrîşan ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê deng bilind dibe. Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) dê roja Yekşemê, ango 1'ê Sibatê, saet 14:00'an de li ber Konak Pier bi dirûşmeya "Em mil bi mil li dijî dagirkerî û qirkirina Rojava dimeşin" xwepêşandanekê li dar bixe.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Belkîsa Suleymanogullari û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin li ser çalakiya ku wê were lidarxistin axivîn.   'Pişgiriyê bidin Rojava'    Belkîsa Suleymanogûllari, destnîşan kir ku li çar perçeyên Kurdistanê seferberî hatiye îlankirin û got: "Ji bo ku berxwedana Rojava ji tevahiya cîhanê re were naskirin gav hatine avêtin, biryar li ser rêzeçalakiyan hatiye dayîn û meş hatine organîzekirin. Me, digel hemû sazî û rêxistinên xwe yên li Îzmîrê, ji bo 1ê Sibatê bernameyek amade kiriye. Ji hemû navçeyên Îzmîrê mirov dê ber bi vê herêmê ve biherikin û piştgiriyê bidin berxwedana Rojava. Ji ber vê yekê, em bang li bi hezaran Kurdên ku li gund, navçe, bajarok û taxên Îzmîrê dijîn dikin: Werin em hemû roja Yekşemê, 1'ê Sibatê, saet 14:00an de li Konakê bicivin. Werin em berxwedana xwe mezin bikin, silavê bidin berxwedana li Rojava û piştgiriyê bidinê. Îro ne roja bêdengbûnê ye. Îro roja mezinkirina têkoşînê ye. Her kesê ku dibêje 'ez mirov im' û exlaqê mirovahiyê di dilê xwe de hildigire, divê îro rabe ser piyan."   'Em dev jî berxwedanê bernadin'   Behiye Yalçin tekez kir ku gelek dewletan bi hev re li dijî gelê Kurd komplo çêkirine û diyar kir ku armanca vê komployê tunekirina gelê Kurd e. Wê destnîşan kir ku ji aliyekî ve behsa "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" tê kirin û bi rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re danûstandin têne kirin. Behiye Yalçin diyar kir ku bi gotina "Em ê bi hev re aştiyê ava bikin" ew baweriya aştiyeke mayînde anîne û wiha domand, "Em li benda vê aştiyê bû. Lêbelê, her cara ku 'aştî' dihat gotin, êrîşî Rojava dikirin. Wan hewl da ku bi rêya Rojava gelê Kurd terbiye bikin. Lê Kurd bi rêya Rojava nayên terbiyekirin. Çawa ku neteweya Kurd li Rojava li ber xwe dide û bi hêz radiweste, gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê jî bi hêz radiweste û ev berxwedan dê her berdewam bike. Gelê Kurd dê tu carî dev ji berxwedanê bernede. Tevahiya gelê Kurd ji bo Rojava bi hev re li ber xwe dide û tu kes ji me teslîmbûnê qebûl nake. Ew hewl didin teslîmbûnê li ser gelê Kurd ferz bikin. Lê dîsa jî, me bi hezaran zarokên xwe di vê dozê de wek şehîd winda kirin. Me jiyana xwe ji bo vê têkoşînê feda kir."   'Ji bo Rojava dengê xwe bilind bikin'   Behiye Yalçın jî wiha nêrînên xwe anî ziman û banga tevlîbûna meşê li şêniyên Îzmîrê kir: "Divê ew şerm bikin. Ger ew îdîa dikin ku Misilman in, divê ew li gorî wê tevbigerin. Wan Durzî û Elewî qetilkirin. 11 sal in jinên Kurd hatin kuştin. Ger zarokên kesên ku dixwazin ev şer berdewam bike jî li ber çavên wan komkujî bikira, ger wan hestiyên zarokên xwe bidîta, ger gorên wan bihata xirabkirin, dibe ku ew hişê xwe bigirta. Cenazeyên zarokên Kurd bi rêya kargoyê ji malbatên wan re têne şandin. Ger ev yek bi serê wan bihata, dibe ku wijdanê wan biêşiya. Ger wijdanê wan hebûya, ew ê bixwazin ku ev xwînrijandin raweste. Ji ber ku xwînrijandin tenê bi aştiyê disekine. Ji ber vê yekê, ez bang li hemî gelê Kurd ê li Îzmîrê dijîn dikim ku beşdarî çalakiya 1'ê Sibatê li Îzmîrê bibin da ku dengê xwe li dijî komkujiya zarokan li Rojava bilind bikin. Xwepêşandan dê saet 14:00'an de piştî nîvro li ber Konakê pêk were. Werin em li dijî êrîşên li ser Rojava dengê xwe bilind bikin."