ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-31 09:00:00     *Perîhan Agaoglu ya TJA’yî diyar kir ku êrîşên li ser Rojava li ser destkeftiyên jinan in û got, “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Êrîşên îro azadî û demokrasiya jinan hedef digirin.” DÎMEN HEYE    *Rûken Savucu diyar kir ku Rojava kelehek ji bo jinên li çaraliyê cîhanê ye û tekez kir ku divê hemû nasname li kêleka Rojava bisekinin û got, "Jinên ku li wir li ber xwe didin, li ser navê me hemûyan civatek azad ava dikin." DÎMEN HEYE   *Cîgira Serokatiya Giştî ya Komeleyên Çanda Elewî, Funda Akaltun li dijî bêdengiya li hember komkujiya li Sûriyeyê pêk tê bang kir û got: “Êrîşên tên kirin bi armanca paqijkirina ji dîrokê ye û komployeke navneteweyî ye.” DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'a Stenbolê Melek Ramazanoglu, diyar kir ku li Rojava zarok ji ber nasname û statuya xwe ji mafê xwe yê jiyanê bêpar dimînin. BI DÎMEN    *Ciwanên Karwanê Gelan ku li dijî êrîşên li ser Rojava ketin rê wiha gotin: “Rojava çawa di parastina cewherî de be em jî di parastinê de ne. Dewlet bêdeng in lê gel li ser piyan e. Em ê ji ser dewletên xwe zextan bikin.” BI DÎMEN    *Hevseroka FEDA’yê Huriye Kabayel da zanîn ku banga ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn perspektîfa çarseriyê ye û got êrîşên HTŞ’ê jî bi armanca sabotekiririna pêvajoyê ne. BI DÎMEN    *Endama Komîteya Navendî ya DEM Partiyê Elîf Bulut diyar kir ku maseya krîzê ya ku wan ji bo Rojava ava kiriye li ser gelek mijaran dixebite, her wiha got ku ji bo rawestandina êrîşan, "Divê dewletên Ewropî li dijî vê yekê derkevin. Divê Amerîka rê nede vê yekê. Divê Tirkiye destê xwe ji vê mijarê vekişîne." DÎMEN HEYE   *Bi êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter yên girêdayên Tirkiyeyê, Rojava di bin dagirkirinê de ye û hewcedariyên esas yên jiyanê tên astengkirin. Endama Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Berîvan Zerîn da zanîn ku tiştên tên jiyîn di çarçoveya Peymana Mafê Zarokan, Peymana Cenevre û Statuya Romayê de binpêkirina maf û sûcê şere û wiha got: “Riyên hiqûqî ne girtîne, daraza gerdunî dikare pêk bê.” BI DÎMEN    *Rojava ku di sala 2014’an de di nav berxwedaneke mezin de xweseriya xwe îlan kir, tevî salên derbasbûyî û êrîşên berdewam, bi saya îradeya rêxistinkirî ya gelê xwe hîn jî bi hêz li ser piyan e. Malbatên ku zarokên xwe wê demê winda kirin careke din girîngiya bidawî anîna şer û yekîtiya Gelê Kurd teqez kirin. BI DÎMEN    *Sibê li Amed, ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve meşek girseyî ji bo "1'ê Sibatê Roja Hevgirtina bi Rojava re" tê lidarxistin. Jinan derbarê meşê de bang li raya giştî kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava û wan vexwendin ku beşdarê meşê bibin. BI DÎMEN    *DEKUP dê di 1'ê Sibatê de li Îzmîrê bi dirûşmeya "Em li dijî dagirkerî û qirkirina Rojava mil bi mil dimeşin" xwepêşandanekê li dar bixe. Aktîvîsta TJA Belkisa Suleymanogullari û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin bang li hemû gelê Îzmîrê kir ku beşdarî meşê bibin û berxwedana Rojava silav bikin.  BI DÎMEN    *Endama PM ya DBP'ê Çîçek Arîç diyar kir ku peymana di navbera QSD û HTŞ'ê de hatiye îmzekirin encama berxwedana bi ruhê yekîtiyê li Rojava û li çaraliyê cîhanê hatiye nîşandan e û pergala ku li herêmê hatiye avakirin li ser bingeha berxwedana jinan û paradîgmaya Abdullah Ocalan ava bûye. BI DÎMEN