Fermandara YJŞ-YBŞ'ê: Veguhestina DAIŞ'ê ji bo Iraqê planek êrîşan e 2026-01-29 09:03:32   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YJŞ-YBŞ'ê Viyan Hebabî, diyar kir ku êrîşên li ser Rojava ji bo Şengal jî gefên cidî ne û got, " Bi veguhestina çeteyên DAIŞ'Ê ji bo Iraqê Şengal jî dikeve xeterê."   Êrîşên HTŞ, DAIŞ û hêzên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojava berdewam dikin. Tevî agirbesta 15 rojan jî, êrîşên van koman li ser Hesekê, Cilaxa û Kobanî nesekinîne. Di van êrîşên ku sivîlan hedef digirin de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.   Di demeke de ku êrîş berdewam dikin, çeteyên DAIŞ'ê yên ku di girtîgehên di bin kontrola HSD'ê de ne, ji bo girtîgehên Iraqê têne veguhastin. Veguhestina endamên DAIŞ'ê bûye sedema spekulasyonên ku pêlek êrîşên bi heman rengî ji bo Iraqê jî tên nirxandin.   Fermandara Yekîneyên Jin a Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) Viyan Hebabî li ser mijarê nirxandin kir.   Viyan Hebabî bal kişand ser berxwedana ku bi êrîşên li ser Rojava derket holê û got, "Ez kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî Ziyad Heleb û Denîz Çiya, bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez berxwedana kesên ku tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê li eniyên pêş şer dikin silav dikim. Ez helwesta wan pîroz dikim. Helwesta gel û şervanên Rojava her tim ji bo me mînak bûye. Me  têkoşîn û berxwedanê ji gelê Rojava hîn bûn."   'Êrîş li ser projeya jiyana hevbeş e'   Viyan Hebabî bal kişand ser roja destpêkirina êrîşên li ser Rojava û got: "Bi hatina HTŞ'ê re, konsepta şer hate amadekirin. Gotina ku tenê artêşa Sûriyeyê tê de beşdar e, dê xeletîyek mezin be. Êrîş encama komploya navneteweyî ne. Yên ku rûmeta mirovan li dijî DAIŞ'ê parastin, niha bi komployek navneteweyî re rû bi rû ne. Bi êrîşên ku ji 6'ê Çile ve berdewam dikin, 'Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk' hatiye hedefgirtin. Qirkirina gelê Kurd hatiye hedefgirtin.  Ev rewşek e ku Tirkiye ji dagirkirina Efrîn ve plan kiriye ye. Ji ber ku di wê pêvajoyê de demografî hate manîpulekirin. Niha jî hewl tê dayîn ku heman tişt were kirin. Ev êrîşek li ser Şoreşa Rojava, destkeftiyên Kurdan û projeya jiyana hevbeş a ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatî pêşkêş kirin e. Her wiha bi rêya medyayê êrîşek tê kirin. Lêbelê, Tirkiye û hêzên navneteweyî li pişt vê yekê ne. Hêzên hegemonîk dixwazin tiştê ku bi Şoreşa Rojava nekarîn bikin, bi Hikûmeta Demkî ya Şamê bikin.”   ‘Ew dixwazin rastiya jinên azad ji holê rakin’   Viyan Hebabî diyar kir ku ew bi zanebûn hewl didin kaosê biafirînin û got, “Heta şer jî exlaq û qanûnên xwe hene. Dema ku em li êrîşên dawî dinêrin, hêzên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan sûcên şer ên ku diqewimin dibînin, lê ew bêdeng dimînin.Ew dixwazin rastiya jinên azad ên ku bi felsefeya serokatiyê xwe pêşve birine ji holê rakin. Ji aliyekî din ve, jin di her şerî de dibin hedef. Me ev di sala 2014'an de jî dît. Lêbelê, li hember hewldanên hedefgirtina jinên azad, yekîtiyek jinan hate avkirin. Li dijî Avêtina cenazeyê şervanek jin ji şaneşînê, birîna porê wê... Jinên li çaraliyê cîhanê  rabûn ser piyan."   'Ew dixwazin êrîşî Şengal û Rojava jî bikin'   Viyan Hebabî destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava jî ji bo Şengal gef in û got, "Hakan Fîdan ev yek bi eşkere got. Bi gotina 'PKK li Şengal e, PKK li Rojava ye', wî hincetek ji bo dagirkeriyê diafirand. Ev nîşan dide ku PKK bûye kabûsa Tirkiyeyê. Di sala 2018'an de, PKK bi fermî ji vir vekişiya. PKK xwe fesih kir. Armanc ne PKK ye, armanc jiholêrakirina Kurdan e. Ew dixwazin heman tiştê ku di sala 2014'an de kirin carke din bikin."   'Medyaya şerê taybet di tevgerê de ye'   Viyan Hebabî, di êrîşên li ser Rojava de medyaya Tirkiye, Qeter, Erebistana Siûdî û hin welatên Ewropa wekî "medyaya şerê taybet" bi nav kir û got: "Medyaya şerê taybet di tevgerê de ye. Wan ev di sala 2014'an de ji bo Şingalê kir. Ji ber ku hêzên garantor tê de ne, Ew êrîşan paşguh dikin. Ew cenazeyên şervanan dişewitînin, cenazeyan bêhurmet dikin, wan ji avahiyan diavêjin û sivîlan dikujin. Ev sûcên şer in, lê ew têne paşguh kirin."   'Ew amadekariyê dikin ku êrîşî  Şingalê bikin'   Viyan Hebabî her wiha diyar kir ku êrîşeke muhtemel a li ser Şingalê mimkun e û got, "Di rewşa êrîşeke muhtemel de, hikûmeta Iraqê dê li hember êrîşan raweste. Çeteyên El Colanî û DAIŞ'ê bi salan e di nav hikûmeta Iraqê de xwe birêxistin dikin. Niha, ew amadekariyê dikin ku êrîşî Şîeyan, Heşdî Şebî û şêniyên Şingalê bikin. Iraq ya ne di ferqa vê de ye an jî ji nedîti ve tê. Lê Şengal amadekariya xwe dike."   Çima çeteyên DAIŞ'ê ji bo Iraqê hatin veguhastin?   Viyan Hebabî, bal kişand ser kombûna girîng a leşkeran li ser sînorê Sûriye-Iraqê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Veguhestina endamên DAIŞ'ê Ji bo zindanên Iraqê di nav raya giştî de fikarên cidî çêkiriye. Mirov pêşerojê dibînin û ev yek bûye sedema fikaran. Ez nafikirim ku çekdarên ku hatine vir di zindanê de bimînin. QSD wan çekdaran bi salan girt. Çima ji destê QSD'ê hatin girtin? Divê ev yek were pirsîn. Ger ew çekdar werin berdan, ew ê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê ji bo tevahiya cîhanê gefên cidî bin. Ji aliyekî din ve, HTŞ bi dilxwazî ????çekdarên xwe naşîne Iraqê. Her wiha îhtîmala berdana wan jî heye. Dema ku me wekî YJŞ xwe birêxistin kir, me sond xwar ku em ê tola jinên Êzidî hilînin. YJŞ-YBŞ ji bo tolhildanê hate damezrandin. Lêbelê, îro ew wekî hêzek parastinê hebûna xwe didomîne. Ruhê berxwedanê yê ku li Rojava derket holê dê li vir jî derkeve holê. Têkoşîna ku ji hêla şervanên YPG-YPJ û QSD ve tê meşandin eşkere ye. Em ê li dijî êrîşan serî netewînin."