Ji Rojhilat heta Rojava peyam: Yekîtiya xwe ava bikin 2026-01-28 09:08:23   Neslîhan Kardaş-Rojda Aydin    MÊRDÎN - Bahar a ji Rojhilate û ji bo piştgiriya berxwedana li Nisêbînê ku li ser sînorê Qamiloyê ye bike hatiye, bal kişand ser yekîtiya Gelê Kurd û got, “Eger gelê Kurd bibe yek, dê tu kesek nikaribe tiştek bi me bike.”   Jinek ji Rojhilatê Kurdistanê sînorên li ser nexşeyan hatine xêzkirin derbas kir û bû beşek ji dengê ku li Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Rojava bilind dibe. Ji aliyekî ve ewrên şer li ser Rojava digerin, ji aliyê din ve berxwedana gel li Rojhilat berdewam dike… Ev berxwedana ku li deverên cuda yên erdnîgariya Kurdan deng vedide, bi taybetî di qadên giştî de wekî îfadeya çarenûsek hevpar û têkoşînek hevpar ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin, xwe nîşan dide. Ev helwest ne tenê guhertina cih bû; ew berdewamiya berxwedana gel a li Rojhilat bû û heta Rojava jî dirêj bû. Di erdnîgariya parçekirî ya gelê Kurd de, gavên jinan rêya nerazibûnek hevpar dişopînin.   Bahar a ku ji bajarê Seqiz a Rojhilat  ku hatiye Bakurê Kurdistanê û ji ber sedemên ewlehiyê paşnavê xwe negot, ji ajansa me re axivî.   ‘Kurê min fermandarê çiyayan bû’   Kurê Bahar, Hewrê Çiya ku ji bajarê Ciwanro ya Eyaleta Kirmanşahê hatiye dinê di sala 2014’an de tevlî PKK’ê bûye. Bahar, wiha got, “Kurê min fermandarê çiyayan bû. Sala 2014’an de tevlî PKK’ê bû. Kurê min bi pirtûk û fikrên Apo ve xwe pêş xist û mezin bû.”   ‘Divê hemû Gelê Kurd rabe li ser piyan’   Bahar, bal kişan ser êrîşên li ser Rojava û wiha domand: “Êrîşên ser Rojava li ser Bakur, Başûr û Rojhilat e. Eger ku Rojava bikeve dê hemû Kurdistan bikeve. Mesut Barzanî jî bila vê baş bizanibe. Divê Mesut Barzanî jî li cem Gelê Kurd be. Ji ber vê yekê divê hemû kurd bibin yek, ger ku nebin yek dê hemû Kurdistan tunebe. Ji kurdan re dê cih nehêlin. Divê tu kes netirse û bi wêrek be. Ger ku xiyanet bê kirin dê Kurdistan jî nemine. Ger ku hemû Gelê Kurd bibe yek dê ne tu kesek û ne jî dewletên navneteweyî nikaribe tu tiştekê bike. Her bijî Kurd û Kurdistan.”   ‘Em şer naxwazin’   Bahar, destnîşan kir ku ew ji bo welatek azad û piştgiriya Rojava bike hatiye sînorê Qamişloyê û wiha axivî: “Ji bo welatek azad û ev şer bisekine ez îro hatime sînorê Qamişloyê. Em şer naxwazin. Me bi hezaran caran got û em ê bibêjin; em bi tenê aştiyê dixwazin. Ger ku şer bê deriyê me em jî neçarin şer bikin û axa xwe biparêzin.”   ‘Em Kurdistanek ser bi xwe dixwazin’   Bahar, bal kişand ser serhildana gelê Rojhilat û got, “Li Rojhilat berxwedana gel berdewam dike. Lê niha înternet birine û şebeke nîne. Em nikarin tu agahiyê ji wir bigirin. Teqez wê Kurdistan ava bibe. Em Kurdistanek ser bi xwe dixwazin.”