Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin 2026-01-27 18:18:14   NAVENDA NÛÇEYAN –  Hunermendên TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn ji bo piştgiriya berxwedana Rojava strana ‘Biparêze’ çêkirin û Med Huner Production jî klîba stranê kişand.   Deh stranbêjên TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi hev re stranek gotin û klîbek kişandin. Navê stranê "Biparêze" ye. Gotin û muzîk ji hêla Hekîm Sefkan hatiye çêkirin. Mazlûm Rewşen jî qeyd û aranjeya stranê amade kiriye. Med Huner Production ji bo stranê klîbek kişandiye. Dîmenên klîbê ji meşa Kolnê ya 24’ê Çileyê ku bi sed hezar kes beşdarî bûbû, hatiye girtin. Dîmenên klîbê Sîfilm girtiye û Tarik Demîr jî edîta wê amade kiriye.   Stranbêjên ku di nav xebata stranê de cih girtine ev in: Beser Şahîn, Sosin, Zozan Zûdem, Binevş Roj, Bermal Çem, Hekîm Sefkan, Talat Yeşîl, Alî Jiyan, Zahîr Loran û Sîpan Xelat.   Kîlb li ser malpera Youtube ya Med Hunerê hat parvekirin.   Gotinên stranê bi vî rengî ne:   Rojava nav û şane, cenge û hêê   Şûr ji kalan kişyane, şinge û hêê   Zengil lêdaye çinge, çinge û hêê   Ne zûye û ne derenge, cenge û hêê     Zengil lêda çinge   Şûr kişyaye şinge   Ferman şer û cenge   Ferman şer û cenge     Rojava berxwedane, em rabin tev   Rûmeta Kurdistane, dest bidin hev   Bi hev re biparêzin, bi roj û şev   Rê nadin hov û gura, fermane ev