Dorpêçî û krîza mirovî didome 2026-01-25 11:16:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantonên Cizîr û Kobanê li gel seferberiyê krîzeke mirovî jî dewam dike.   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) doh êvarê bi daxuyaniyekê ragihand ku agirbest ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin. Lê belê li gel agirbestê jî dorpêçeke giran li ser Kobanê heye. Pêwîstiyên bingehîn, xwarina ji bo pitikan bi dest nakevin. Krîza elektrîk, av û sotemeniyê jî dewam dike.   Bi deh hezaran malbatên koçber ên ji deverên cûda, bi taybet ji Efrîn, Şehba, Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Şedadê, hatine kantona Cizîrê. Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo peydkirina pêdiviyên wan, hejmara mezin a mirovên koçber hişt ku komîteyên alîkariyê bangên lezgîn ji bo piştgiriya pêwîst bikin.   Di heman demê de, gelê Rojava bi avakirina komîteyên parastinê li tax, gund, bajarok û bajaran, piştgiriya QSD YPJ’ê, parastina xwe xurt dike.   Xelkê ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, her weha hin kesên li Ewropayê, berê xwe didin Rojava da ku piştgiriyê bidin berxwedanê û tevlî seferberiya giştî ya ku vê dawiyê hatiye ragihandin bibin.   Kurdên li Ewropayê çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava didomînin, di heman demê de komek ciwan amadekariyê dikin ku werin Rojava û tevlî seferberiya giştî bibin.   Tevî dirêjkirina agirbestê jî, xeterî hîn jî heye, ji ber ku hikûmeta demkî agirbestên berê binpê kirin. Ji ber vê yekê sazî û partiyên Rojava banga bilindkirina têkoşînê û xurtkirina hevgirtinê li Kurdistan û Ewropayê kirin.