Li pênc bajaran çalakiyên xizmên windayan 2026-01-24 15:54:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan tevî astengkirina polîsan jî çalakiyên xwe li dar xist. Di çalakiyan de aqûbeta Ebubekir Denîz, Serdar Taniş, Mehmet Ertak, Mehmet Şîrîn Mutlu û Eyûp Gokoglû hate pirsîn û daxwaza edaletê hate kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan, vê hefteyê jî ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin û faîlên wan bên darizandin, li gelek bajaran çalakî li dar xist.    Amed   Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Amedê ji bo pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê ya Amedê çalakî li dar xist. Di hefteya 885’emîn a çalakiyê de Xizmên Windakiriyan, endam û rêveberên ÎHD’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.  Polîsan bi hinceta biryara “qedexekirina çalakî, meş û daxuyanî” ya ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye dayin, xwestin çalakiyê asteng bikin. Lê tevî vê yekê jî çalakî di dorpêça polîsan de hate lidarxistin.   Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Serokê HADEP’a Silopiya ya Şirnexê Serdar Taniş û rêveberê HADEP’a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz ku di 25’ê Çileya 2021’an de hatibûn windakirin hate pirsîn.   Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz di daxuyaniyê de bertek nîşanî astengiya polîsan da û anî ziman ku êrişên li ser Rojava li dijî mirovahiyê ne. Akdenîz, da zanîn ku bi wan êrişan mafên mirovan tên binpêkirin û got: “Yên ku duh behsa biratiya hezar salan dikirin, îro ji zilma ku li ser Kurdan tê kirin, li çepikan didin. Em wan êrişan şermezar dikin.”   Rêvebera ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî metna daxuyaniyê xwend û serpêhatiy Denîz û Taniş vegot. Berfîn Elçiyê got: “Serdar Taniş ê 25 salî û hevalên xwe li Silopiyayê dest bi xebatên vekirina rêxistina HADEP’ê dikirin. Fermandarê Cendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz gef li her du siyasetmedaran xwar û zextên giran li gelê Silopiyayê dikir. Tevî hemû zext û zordariyan jî di 3’yê Çileya 2001’ê de rêxistina HADEP’ê hate vekirin û Serdar Taniş bû Serokê rêxistina navçeyê. Di 25’ê Çileya 2001’ê de Fermendariya Cendirmeyan a Silopiyayê li Serdar Taniş digere û jê dixwazin ku biçe Fermandariya Cendirmeyan. Serdar Taniş, bi rêveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz re diçe Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê û pişt re ji wan tu agahî nayên girtin. Li ser vê yekê malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê der barê kuştina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz de biryar da ku dewleta Tirk berpirsiyar e.”   Piştî xwendina daxuyaniyê, ji bo bîranîna Taniş û Denîz û hemû windakiriyan di bin dorpêça polîsan de deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   Êlih   Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 721’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakî li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz hate pirsîn.    Serpêhatiya Taniş û Denîz ji hêla rêveberê ÎHD’ê Zana Yucel Bozkurt ve hate xwendin.    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Riha   Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Rihayê jî di hefteya 66’an de li avahiya komeleyê aqûbeta Eyûp Gokoglû pirsîn ku di sala 1993’yan de di cînayeta kiryarnediyar de hatibû qetilkirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di cînayetên kiryarnediyar de hatin qetilkirin hate pirsîn. Metna daxuyaniyê, ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Bawer Gul ve hate xwendin.    Gul, serpêhatiya Gokoglû wiha vegot: “Di sala 1957’an de ji dayik bû û piştî dibistana amadehî, di sala 1976’an de li Zanîngeha Hacettepeyê beşa dermangeriyê qedan. Di sala 1989’an de li pêşberî nexweşxaneya dewletê ya Rihayê dermanxane vekir û miletê wir gelek jê hez dikir. Di sala 1992’yan de bi awayekî çalak tev li siyasetê bû û di sala 1993’yan de got ku dê bibe namzetê Şaredariya Pirsûsê. Di vê pêvajoyê de gelek gefên kuştinê lê hatin xwarin û 20 roj beriya mirina xwe hate binçavkirin û piştre hate berdan. Piştî berdanê, di 4’ê Mijdara 1993’yan de tevî keça xwe ya 7 salî ji dermanxaneyê derket. Wê navberê sê kesên di wesayîteke bi cureya Torosê de gule lê barandin û bi 4 guleyan bi giranî hate birîndarkirin. Dema bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, tîmên taybet xwestin rakin morgê lê piştî hewldanên dûvdirêj ên biraziyê wî girtin emeliyatê. Lê tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.”    Colemêrg   Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan jî di hefteya 211’an de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Xizmên Windakiriyan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Ertak ê 34 sal berê hatibû windakirin pirsîn.    Berdevkê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Ozan Akbaş serpêhatiya Ertak xwend. Akbaş, da znaîn ku Ertak li ser kana komirê dixebitî, 2 caran hatibû binçavkirin, îşkenceyên giran lê hatibûn kirin û piştre hatibû berdan. Akbaş, got: “Di 18’ê Tebaxa 1992’yan de tevî 3 xizmên xwe çû kar û êdî venegeriya. Wesayîta wan li noqteya kontrolê ji hêla polîsên sivîl ve hate sekinandin, Ertak hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Têkildarî binçavkirina wî girtek htae girtin. Lê dema malbata wî serlêdan kirî jê re gotin nehatiye biçavkirin. Li ser vê yekê bavê wî Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê da. Sê kesan got ku bûne şahidê binçavkirina wî û 6’an jî gotin dema îşkence lê dihat kirin bûne şahid. Bi pêşnûmepirsan bûyer bû rojeva Meclisê. Lê tevî belge û delîlan jî malbat bi înkarê re rû bi rû ma.    Xebatkarê JÎTEM’ê Mûrat Îpek ku li Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê weke ‘elemanê lêpirsînê’ dixebitî, di sala 1997’an de got ku li ser fermana Midûrê Emniyetê Necatî Altuntaş û Midûrê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê Mehmet Kaplan, Ertak kuştine û veşartine. Got ku hemû înfaz bi agahdariya Waliyê OHAL’ê Unal Erkan ve hatine kirin. Hemû serlêdan bêencam man û malbatê serî li DMME’yê da. DMME’yê biryar da ku Ertak bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Çend sal jî derbas bibin em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin.”    Îzmîr   Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî çalakiya xwe ya rûniştinê ku ji bo windakirina di bin çavan de du hefteyan carekê li dar dixe, li pêşiya Sumerbank a berê ya li Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in winda li ku ne” hatin hilgirtin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Evrîm Kubîlay di daxuyaniyê de açılan aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî ku di 31’ê Çileya 1995’an de li Mezraya Zediyayê ya navçeya Hezo ya Êlihê hatibû revandin û windakirin pirsî.    Hat gotin ku Maltu, di binçavan de û li meydana gund rastî îşkenceyê hatiye û piştre leşkeran Maltu birin û tu agahî jê nehatine girtin.