Bijîşkan daxwaza vekirina konê tenduristiyê kir 2026-01-24 12:27:22   NAVENDA NÛÇEYAN -Bijîşkên Xwebexş ên Silêmaniyê bang li hikûmeta Herêmê kirin ku ji bo bikarin welatiyên Rojavayê Kurdistanê derman bikin di vekirina navendek tenduristiyê li ser sînorê Sêmalka de alîkariyê bikin.   Di çarçoveya piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê de, Bijîşkên Xwebexş ên Silêmaniyê li ber Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê çalakî lidarxistin û daxuyaniyek çapemeniyêd an. Di daxuyaniyê de Dr. Rewa Ebdulrehman li ser navê çalakvanan peyamek da.   Dr. Rewa Ebdulrehman diyar ku niha di demek dîrokî re derbaz dibin, ger bêdeng bimînin û van derfetan ji dest bidin,dîrok dê ti Kurdek neparêze.   Rewa Ebdulrehman got: “Me wek bijîşk sond xwarine ku xizmeta mirovahiyê bikin. Ger ev xizmet ji bo gelê me pêwîst be, çi dikeve ser milê me, em  ji bo xwe erk dibînin. Emê di warê tenduristiyê de piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dikin ku di dabînkirina pêdawîstiyên tenduristiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê de alîkariya me bikin.”   Her wiha Rewa Ebdulrehman daxwaz ji hikûmeta Herêmê kir ku ji bo bikarin welatiyên Rojavayê Kurdistanê derman bikin, di vekirina navendek tenduristiyê yan jî çadirek li ser sînorê Sêmalka de alîkariyê bikin.