Li Kobanê 4 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dan 2026-01-24 11:20:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah, ragihand ku li Kobanê 4 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dane.    Di demeke êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê didomin de, Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah ragihand ku li Kobanê ya di dorpêçê de 4 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane.    Hediye Abdullah, got: “Ji ber dorpêça giran a li ser Kobanê, li navenda bajêr 4 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.”    Hemû rêyên ber bi Kobanê ve hatine girtin; ceyran, av û derman ji bajar re naçin. Li gel dorpêç, nebûna sotemenî û kêmbûna dermanan, her wiha berfa bariyayî jî şert û mercên jiyanê yên gel pir giran kiriye.