Li Silêmaniyê peyama ‘Bijî berxwedana Rojava’ 2026-01-22 20:46:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên Silêmaniyê ji bo piştevaniya li gel berxwedana Rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Xelkê Silêmaniyê bi dirûşmeyan êrişên li ser Rojava şermezarkirin.   Çalakiyên xelkê Silêmaniyê ji bo piştgirî û piştevaniya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên li ser Rojava, berdewamin.   Di heman çarçoveyê de li ber Baxê Giştî yê li kolana Salim a bajarê Silêmaniyê, meşek girseyî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hate lidarxistin. Bi hezaran kesan bi yek dengî piştevaniya xwe ji gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dubare kirin.   Xwepêşanderan daxwaz û banga rawestandina êriş û dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê kirin. Her wiha tekezî kirin ku hertim wê li gel xwişk û birayên xwe yên Rojava bin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li beramberî êrişên li ser herêmên sivîl û saziyên xizmetgûzariyê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.   Biryare di çarçoveya berdewamiya çalakiyên piştevaniyê de, sibe roja îniyê saet 14:30’an de li ber Baxê Giştî xwepêşandanek mezin were lidarxistin.