Li Hatay û Mêrsînê çalakiya piştevaniyê 2026-01-21 20:10:20   NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo piştevaniya berxwedana Rojava li Hatay û Mêrsînê çalakî hatin lidarxistin û êriş hatin şermezar kirin.   Çalakiya li dijî êrişên li hemberî Rojava li Hatay û Mêrsînê didome. Di çalakiyan de berxwedana Rojava hat silavkirin.   Hatay   Platforma Ked û Demokrasiyê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li navçeyên Erzin, Defne, İskenderun û Samandagê yên Hatayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî li dar xistin.    Mêrsîn   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê li dijî êrîşên li ser Rojava bi sernavê "Em li hemberî komkujiyên li Sûriyeyê bêdeng namînin" li Parka Zarokan a Ozgurê daxuyaniyek çapemeniyê da. Li daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên weke "Kujer HTŞ, hevkarê AKP'ê" û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" hatin berzkirin.