YPJ: Bila her kes beşdarî seferberiyê bibin! 2026-01-21 15:12:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPJ'ê yên li Hesekê li eniya şer in, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku têkoşîn ji bo gel û welat e û banga seferberiya giştî kirin.   Şervanên YPJ'ê yên li eniya şer a Hesekê ne, silavên xwe ji hemû hevalên xwe yên li eniya şer û gelê xwe re şandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dema xwedîderketina li rûmetê ye û têkoşîna tê meşandin jî ji bo gel û welat e.   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em hemû ji bo gelê xwe û welatê xwe şer dikin. Eger wê jiyanek hebe ew jî divê bi rûmet be. Em jiyaneke bêrûmet qebûl nakin. Em ji bo jiyaneke bi rûmet şer dikin. Bila her kes beşdarî seferberiya giştî bibe û em bi hev re xaka xwe biparêzin. Em bi hev re ji bo xaka xwe li ber xwe bidin. Ji bo parastina rûmeta xwe em bi hev re şer bikin. Dem dema berxwedanê ye. Bila her kes ji bo Kurdistanê tevlî seferberiya giştî bibe. Em bi hev re şer bikin."   Peyam bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPJ'ê" bi dawî bû.