Parêzer Halîse Dakali: Li Rojava şerê zîhniyetê tê dayîn 2026-01-21 09:03:30   AMED - Parêzer Halîse Dakali bal kişand ser şer û sûcên şer ên li Heleb û Rojava û got tiştên hatine jiyîn ne encama pevçûnên leşkerî ne, şerê zîhniyeteke ku tê meşandinê ye.   Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên di 6’ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Halebê hatin destpêkirin li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Di êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin bi sedan kes birîndar bûn. Berxwedaneke mezin li dijî êrîşan didome û bertekên li dijî bêdengiya sûcên mirovahiyê jî didome.   ‘Tiştên li Rojava diqewimin şerê zîhniyetê ne’   Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Halîse Dakal êrîşên li Heleb û Rojava, bêdengiya li dijî êrîşan nirxand. Halîse Dakali da zanîn ku rayagiştî ya navneteweyî li dijî sûcên mirovahiyê yên tên kirin bêdeng e û wiha got: “Yên hebûna xwe li ser binpêkirinê ava dikin, yên jinan wek alava binpêkirinê dibînin yên bi feraseta hegomonîk û dijdemokratîk xwe didomînin ji bo berjewendiya xwe nirxên mirovahiyê tune dihesibînin. Şerê li Rojava tê meşandin ne tenê encama polîtîkaya ewlehiya hêzên leşkerî ye, di heman demê de nîşaneya şerê zîhniyeta tê meşandinê ye.”   ‘Êrîş li dijî paradîgmaya azadiya jinê ye’   Halîse Dakali di berdewamiyê de daxuyakirin ku gelê Rojava ku paradîgma neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn esas girt, feraseta rêvebreiya dij demokratîk, navendî û yekparêz red dikin û bi paradîgmaya azadiya jinê modelek jiyanê pêşkêşî cîhanê kirin. Halîse Dakali wiha anî ziman: “Ev model a li Rojava ya hatiye jiyanê wek tehdîd tê dîtin. Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî sûcên şer jî ji ber vê pêk tê. Peymanên mafê mirovan divê di nokteya ku mafê mirovan biparêze de be. Lê îro peymana Cenevreyê û peymanên navneteweyî ji bo berjewendiyan pêk tên.”   ‘Ev mekanîzma ji bo Kurdan pêk nayên’   Halîse Dakali wiha berdewam kir: “Ji bo Kurdan ev ne rewşek nû ye. Divê mekanîzmayên navneteweyî yên pêk nayên bên lêpirsînirin. Ev mekanîzmayên navneteweyî ji bo Krudan pêk nayên. Ji ber ev pêk nayên sûcê mirovahiyê jî tên kirin. Me ev çavsorî û pêkanînên dijmirovahiyê di berxwedana li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê bi hemû rastiya wê dît.”   ‘Bêcezahiştinê ji çeteyan re zemîn amade kir’   Halîse Dakali diyar kir ku li dijî sûcên şer ên DAIŞ'ê li hember Kurdan pêk tîne tu mekanîzmayeke hiqûqî ya giştî ya navneteweyî pêk nehatiye û îro qirkirina li Helebê tê jiyîn, zemîna herî mezin a ji bo çeteyan hatiye avakirinê ye. Halîde Dakali nirxandina xwe wiha domand: “Ji aliyêkê ve çi dibe bila bibe di şerên pêk tên de hedefgirtina jinan, teşhîrkirina bedena jinê, encama zîhniyeta serdest a mêr a bi sedsalane ye. Ev encama pratîka şerên zîhniyeta serdest a mêr a li dijî heqîqeta jinê ye.”   ‘Hewldana tunekirina heqîqeta jinê’   Halîse Dakali wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî tunekirina heqîqeta jinê bi salan e têkoşîneke azadiyê ya jinan a xurt heye. Ev têkoşîna azadiyê li hemû cîhanê derdikeve holê. Li Helebê pêkanînên li hember jinan ne tenê şer e. Ev pêkanînek wek tehdîdê ya ji me hemûyan re hatiye ragihandinê ye. Ev sûcên li dijî mirovahiyê bi armanca tunekirina heqîqeta jinê ye. Ev encama pratîka zîhniyeta serdest a mêr a ku heqîqet û azadiya jinê hedef digire ye.”