ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-21 09:00:00     * Dayikên Aştiyê bertek nîşanê êrîşên HTŞ’ê dan û balkişandin ser girîngiya yekitiyê û gotin: “Li Kurdanê yekitiya Kurdan serkeftin anî. Em ê bi vî rihî bi ser kevin û li ber xwe bidin.” DÎMEN HEYE   * Parêzer Halîse Dakali bal kişand ser şer û sûcên şer ên li Heleb û Rojava û got tiştên hatine jiyîn ne encama pevçûnên leşkerî ne, şerê zîhniyeteke ku tê meşandinê ye. DÎMEN HEYE   "Gelên têkoşer bi berxwedanî û bi vîna bê hempa canê xwe feda kirine. Bêdengî teslimiyet e. Ji bo ku carekê din komkujî û bin destî nebê, jin di kefesan de neyên firotin, şewitandin û ji katan neyên avêtin roj roja xwedî li derketina Şoreşa Rojava ye." JI PÊNÛSA JINAN   *Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel da zanîn ku yekitiya gelê Kurd bi polîtîkayên dewletparêz û empeyarlîst hedef tê girtin û got li dijî  van êrîşan yekitiya netweyî bi têkoşîna hepvar a jinan wê bê avakirin. DÎMEN HEYE   *Femînîsta Musliman Zeynep Duygu da zanîn ku îşkenceya li dijî cenazeyan bi îslamê re tu eleqeya wê tune ye û got: “Ev ne pratîkek olî ne ya mirovahî ye; ev nîşanseya serdest a mêr e. Bedena jinê wek alava şer û çewisandinê hedef tê girtin.” DÎMEN HEYE   * Jinên ku li Mersînê beşdarî meşa li dijî êrîşên li ser Rojava bûn, bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê kirin ku rabin ser piyan û piştgiriyê bidin Rojava. DÎMEN HEYE   *Ji Bakur, Başûr, Rojhilat heta Ewropayê bi yek dengê peyama “Rojava ne bi tenê ye, Rojava ruhê yekbûnê ye" hat dayîn.    *Jinên ku li Stenbolê li hev civiyan, li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan ên li Rojava banga hevgirtina navneteweyî kirin. Jinan bal kişandin ser têkiliya dewletê bi Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) re û gotin, "Bêdengî hevkariya komkujiyê ye." DÎMEN HEYE