Tevger û rêxistinên jinan tevlî seferberiyê bûn 2026-01-20 18:51:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Kantona Cizîrê ragihand ku tevlî ew seferberiya giştî bûne.   Li ser banga serferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji bo parastinê herêmê ragihandine, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên jinan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da.   Daxuyanî li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12'ê Adarê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn û  ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo ve hate xwendin.   Gulistan Gulo da zanîn ku wan ev daxuyanî li ser banga seferberiya giştî ya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve hatiye kirin,  dane.   Gulistan Gulo diyar kir ku ew vê bangê bi cih tînin û tevlî seferberiya giştî dibin.   Gulistan Gulo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên li dijî jinan û gelê herêmê şermezar kir û ev peyam da: "Em jin tu carî xaka xwe bernadin. Em ê gel û destkeftiyên xwe biparêzin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên;  “Berxwedan jiyan e’’ û “Jin Jiyan Azadî “ bi dawî bû.