‘Êriş li dijî projeya me ya demokratîkbûnê ye’ 2026-01-14 09:05:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Bêrîvan Yûnis têkildarî êrişên li ser Şêxmeqsût û Eşrefiyê diyar kir ku divê li Sûriyeyê veguhestineke siyasî ya bi beşdarbûna tevahî pêkhateyan çêbiba lê belê HTŞ’ê bi hişmendiya Îslama Radîkal bi gotina Allahu Ekber komkujî bi awayekî eşkere kir û got:”Loma em dikarin bibêjin êriş jî planeke sistematik a li ser projeya me ya demokratîkbûnê ye.”   Çeteyên girêdayî HTŞ'ê bi hevkariya Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî di 6'ê Çileyê de êriş bir ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê. Bi êrişan sîvîl û Asayişa Ewlehiya Hundirîn bûn hedef. Gelek kes hatin qetilkirin, birîndarkirin, îşkence li zarokan hat kirin. Her wiha gelek sivîlên ku hatine revandin hîn aqûbeta wan ne diyar in. Tevî êrişên dijwar Gelê Kurd li van taxan li berxwe dan.   Parêzer Bêrîvan Yûnis têkildarî mijarê nirxandin kir. Bêrîvan Yûnis da zanîn qada navneteweyî li dijî êrişan bêdeng maye got Gelê Kurd li dijî êrişan li berxwe daye.    ‘HTŞ’ê komkujî pêk anî’   Bêrîvan Yûnis diyar kir ku HTŞ’ê komkujî pêk aniye û wiha got:”Di kesayeta şehîd Ziya Heleb de em tevahî şehîdên ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûne û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Em ji bo birîndarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî şifayê dixwazin. Berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em silav dikin. Şêniyên van taxan ev cara sêyemîn e ku koçber dibin. Salek ji ser hilweşandina Esad û hatina HTŞ’ê re derbas bû. Hatina HTŞ’ê jî bi xwe bi destên hêzên navneteweyî jî bû. Bi HTŞ’ê re destûreke gelekî teng hat avakirin. Ev gav li ber çavên dinyayê hatin avêtin. Di destpêka çûyina Esad de hêviyek ava bû lê belê bi hatina HTŞ’ê re hêviya gelek Sûriyeyiyan hat şikandin. Em wexta vegerin li dîrokê binêrin di bingeha HTŞ’ê de El Qaîde, El Nûsra hene. HTŞ’ê êriş bir ser peravên Sûriyeyê, êriş bir ser Siwêdayê, Durzî, Elewiyan. HTŞ’ê komkujî pêk anî.”    ‘Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li berxwe da’   Bêrîvan Yûnis da zanîn ku peymana 1’ê Nîsanê pêk nehatiye û wiha pê de çû:”Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzî 400 hezar kurd dijiyan. Her wiha neteweyên dîtir jî li wir hebûn. Xiristiyan, Ereb û Tirkmen jî hebûn. Li van taxan kurdan sîstemeke xweser û li dijî binpêkirinê ava kirin. Piştî çûyina Esad peymana 1’ê Nîsanê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re armanca projeyek demokratîk esas hat girtin. Li van taxan Hêza Ewlekariya Hundurîn hebû. Bi vê peymanê re hêzên YPG û YPJ’ê ji van taxan derketin. Lê belê piştre bi piştgiriya Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî HTŞ’ê êriş bir ser van taxan. Hem asayiş hem sîvîl hem çand û nasnameya Gelê Kurd kirin hedef. Gel biryar da û gotin em naxwazin ji taxên xwe derkevin. Kes naxwaze dev ji tax, bibîranîn û dîroka xwe berdin.”   ‘Qada navneteweyî li dij êrişên li ser Gelê Kurd bêdeng ma’   Bêrîvan Yûnis bal bir ser bêdengiya qada navneteweyî jî û wiha dewam kir:”Dema em lê dinêrin Peymana 1’ê Nîsanê bi tevlibûna nûnerên navnteweyî jî hat îmzekirin. Lê belê ev pêk nehat û qada navneteweyî li hemberî êrişên li ser Gelê Kurd bêdeng ma. Di vir de planeke navneteweyî jî heye. Xetereyek li vir li ser nasnameya Gelê Kurd jî heye. Îslama Radîkal sîstemeke navendî ferz dike. Lê belê Kurd vê yekê naxwazin. Kurd dixwazin di nava aramî û aştiyê de cihê xwe bigirin. Ev fikra Îslama Radîkal hêviya demokrasiyê jî qut dike. Divê li Sûriyeyê veguhestineke siyasî ya bi beşdarbûna tevahî pêkhateyan çêbiba. Lê belê HTŞ’ê bi hişmendiya Îslama Radîkal bi gotina Allahu Ekber komkujî bi awayekî eşkere kir. Loma em dikarin bibêjin êriş jî planeke sistematik a li ser projeya me ya demokratîkbûnê ye.”    ‘Kurdan êriş qebûl nekirin’   Bêrîvan Yûnis da zanîn Kurdan êriş şermezar kirine û wiha bi dawî kir:”Êrişên li ser Gelê Kurd hatin kirin hem li her aliyên Kurdistanê hem jî li Ewropayê ji aliyê Kurdan ve nehatin qebûlkirin û hatin şermezarkirin. Kurdan diyar kirin ku ev êrişeke qirkirinê ye. Pergala Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê dikaribû bibaya mînak. Kurd li her derê tên qetilkirin. Em wexta li Îranê dinêrin kurd li wir jî tên qetilkirin. Gelên Îranê li dij hişmendiya heyî daketin qadan û sîstema heyî şermezar kirin.”