Li herêmê têkoşîna jinan mezin dibe:Li taxan piştevanî û çareserî 2026-01-11 09:02:37   ElfazîToral   STENBOL - Jinên HDK û SKM’ê ku li herêmê têkoşîna jinan dimeşînin, li dijî tundiya mêr, xizanî û bêewlebûnê li taxan xwe rêxistin dikin û piştevaniyê mezin dikin.   Xebatên jinan yên herêmî bê navber didomin. Jin  bi xebatên dimeşînin pirsgirêkan tespît dikin û çareseriyê diafirînin. Li Stenbolê jî li gelek taxan xebat tên meşandin û ev xebat veguherîn xeta têkoşîneke girîng ya dest dide jiyana rojane ya jinan.   Der barê xebatên li taxan tên meşandin de me bi jinan re hevdîtin kir.   Berdevka Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Lîsa Gul Araz da zanîn ku di xebatên taxê de hewcedariya her herêmê û aliyê wê yê polîtîk cudaye û got: “Dema em xebatan dimeşînin em dibêjin mijar wê herêmê çiye, hewcedariya jinên wir bi çi heye em hewl didin vê fêm bikin û piştgiriyê bidin. Armanca me ev e ku em hewcedariyên jinan tespît bikin. Li taxan dikare xebatên koperatîf hewce bike. Ev saleke em li Bahçelîevler xebatekê dimeşînin. Em xebatên wisa yên koperatîfê girîng dibînin. Car caran pirsgirêk dertên pêş me. Em koperatîfê jî wek riya têkoşîna li dijî vê dibînin. Li taxan xizanî pirsgirêkek mezine. Ev pirsgirêk her diçe giran dibe. Ji ber vê koperatîf gelek watedarin.”   ‘Xebatên li taxan hişmendiyê diafirîne’   Lîsa Gul Araz diyar kir ku xizaniya jinan di plana pêşîn de ye û wiha vegot: “Di xebatên li Dolapdereyê me ferqa kir ku xebatê me kêm in. Bi taybet jin û zarok dixwazin em li wir bin. Jin bi hewcedariyên cuda tên cem me. Xwendin û nivîsandinê nizanin pirsgirêka ziman dibe bend. Çareseriya van girîng e. Heta ji destê met ê em xwe digihînin taxan. Xebatên li taxan piştgiriyê didin jinan û hişmendiyê diafirînin. Xebatên me yên ji bo jinan didomin. Armanca me xurtkirina xebatên li axane û tespîtkirina hewcedariyane.”   Xizaniya jinan û tundiya mêr   Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Dîla Su Kalpak diyar kir ku du esasên xebatên li taxan tên meşandin hene û got: “Xizanî û tundiya mêr her diçe giran dibe. Bi pergala serdest ya mêr re jin du car rastî binpêkirinan tê. Jin hem bi xizaniya aborî hem jî bi gutniya mêr re rû bi rû ne. Ev rastî perspektîfa xebatên me diyar dike. Yanî em bi jinan re yekser tên gel hev em derî bi derî dixetin û çîrokên wan guhdarî dikin. Heman demê de em kampanyayan rêxistin û xebatên xwe didomînin. Em di xebatên herêmî yên jinan de bi astengiyên cidî re tên rû hev. Zexta malbatê, tundiya mêr, polîtîkayên qeyûm, tundiya mêr dewletê, destdirêjiya mêr dewltê û rastiya xizaniya kûr.”   Tevî hemû astengiyan rêxistibûna jinan mezin dibe   Dîlara Su Kalpak da zanîn ku tevî hemû zext û astengkirinan li taxên kedkar rêxistibûna jinan mezin dikin û tecrubeyên têkoşîna şoreşger û tevgera jinan a li van qadan çavkaniya hêzê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêxistinbûna jinan li taxên kedkar ji herêman xwedî dibe û van astengiyan çareser dike. Xebatên li taxan tên meşandin ji tecrubeyên jiyanê ya rojane a jinan xwedî dibe. Em hedef dikin ku bi jinan re biaxivin, nîqaş bikin û rêxistibûnê bikin. Heman demê de tevlibûna jinan a mekanîzmayên biryarê jî yek ji gava ewil a rêxistibûna herêmiye. Maseya jin ne li ser be em dizanin ku biryarên li alî jinan lê nayê girtin. Di hevdîtinên buçeyê de rojane ji bo jinan 50 kuruş hatiye veqetandin. Ev jî belkî mînaka herî şênber e. Divê jin tevli pêvajoyên biryarê bidin û bibin kirde. Rêxitsibûna jinan ne tercîheke. Ferz e.  Ji ber vê jî em hemû jinan vexwendiyê têkoşîna rêxistinkirî dikin.”