ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-11 09:00:00   * Ji sala 2011'an heta îro taxên Şexmeqsûd û Eşrefiye bi berxwedana xwe tê nasîn. Ji sala 2012’yan pê ve jî bûn sembola ezmûna Rojava û modela xweseriya demokratîk, ji bo ewlehiya gelan, aramiya taxan, mafên şênî û pêkhateyan girîng hat destgirtin.    * Rojnameger Niyad Rad geşedanên li Îran û Rojhilata Navîn nirxand û got: “Li Îranê ji ber şert baş nabin êdî veger tuneye. Piştî berxwedana ‘jin jiyan azadî’ bawerî guherî. Komara Îslamî têk çûye, mirov êdî li alî guherînê ne.”    *Jinên HDK û SKM’ê ku li herêmê têkoşîna jinan dimeşînin, li dijî tundiya mêr, xizanî û bêewlebûnê li taxan xwe rêxistin dikin û piştevaniyê mezin dikin. BI DÎMEN    *Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, diyar kir ku li pişt êrîşên HTŞ’ê yên li hember Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê xeta îdeolojîk ya gel û jinan tune dihesibîne heye û hêza gelê Kurd hedef tê girtin.BI DÎMEN