Li Şêxmeqsud çalakiyên fedayî 2026-01-10 12:29:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud li hemberî êrişên komên çeteyan çalakiyên fedayî li darxistine û derbeyên giran li wan xistine.   Li taxa Şêxmeqsud a Helebê, berxwedana li dijî êrişên hovane yên komên çete girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan, bi diijwarî didome.    Hêzên ewlekariyê bi awayekî fedayî şer dikin û derbeyan li êrişkaran didin.   Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA'yê ji herêmê ragihandine, 5 endamên hêzên ewlekariyê li hemberî êrişkaran çalakiyên fedayî li dar xistine.   Hat ragihandin ku bi çalakiyên fedayî derbeyên giran li êrişkaran hatine xistin û pêşiya komkujiyan tê girtin.   Hat gotin ku navên hinek cangoriyên ku çalakiyên fedaî li daxistine wiha ne: Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn.