Li dijî hegemonya cîhana nû siyaseta civaka rêxistinkirî; Xeta sêyemîn (1) 2026-01-09 09:03:47   "Xeta Sêyemîn  ku xwe dispêre kapasîte û meşandina siyasetê ya komên civakî yên berfireh ên ji derveyî desthilatdariyê, di heman demê de hedef dike ku kapasîteya meşandina siyasetê ya aliyên berfireh pêş bikeve."   Yuksel Genç   Cîhan demek dirêjde di navbeta têkiliyên hêzên hegemonîk de bi pêşbirk û parvekirinan bi teşe dibe. Demek dirêje qedera cîhanê desthilatdarî û hêz diyar dikin. Civakên mirovahiyên bi salane cîhanê ji ser têkiliyên desthilatdariyan pênase dikin şîrove dikin. Ev hêz li ser jiyana mirovan dibin xwedî maf û her cureyê kar li gorî mantika berjewendiyê bi teşe dikin.   Mirovahî bi salane şahidiya aavakirina hegemonya û hewldanên afirandina alternatîfan dikin. Li dijî terzên têkiliya hegemonîk rêxitsibûn tên avkairin,ji bo avakirina azadiya civakî têkoşîn tê meşandin. Li dijî mezinbûna hegemonîk seknek bi îrade heye û ev jî bandorê li alternatîfên me yên îro dike û wan bi teşe dike.   Beşek mezin ya serhildan û şoreşên heta îro li dijî pergalên serdest-hegemonîk hatine kirin di dawiyê de dibin wek wan û ev jî bi xwe re xetereya bêhêvîtî û pergalî tîne.  Di têkiliyên hegemonîk de agahiya herî bi nirx a ji îroyîn re mayî ev e ku nebin êm, hegemonyayê neafirînin, li hegemonyayê zêde nebin, alternatîfa naşibe hêzên hegemonîk! Nîqaşên xeta 3’emîn îro tam wisa dertên pêşberî me. Nîqşên xeta sêyemîn ku bi pênasekirinên cuda yên wek têkiliya pir a di navbra hêzan de an jî tercîhkirina di navbera hêzan de derket pêş berî me, wek formek îdeoloijya lîberal xwedî dike hat tecrubekirin.   Îfadeya xwe ya teorîk û pratîk, bi pênasekirina ‘demokrasiya civakî’ ya dema nîqaşên ‘rêya sêyemîn’ ya wek ‘siyaseta navber dîtin’ heyî kir. Forma demorkasiya civakî ya di navbera rast û çep de alozî  daxist,  wek feraseta sentezkirina du parastinên siyasî, di roja îro de  wek siyaeteke ku xwe bi polîtîkayên civakî xurt kiriye di dîrokê de cihê xwe girt.   Piştî duyemîn şerê cîhanê, demokrasiya civakî ya Alman a ji faşîzma Hîtler derket, di vê mijarê de wek tecrubeyek girîn bû nûnerên ‘riya’ sêyemîn. Ji wê demê heta îro riya sêyemîn; hedefa veguhertina siyaestê temsîl kir. Di nava van de bêguman yekane rastî hedefkirina çaresreiya pergal û têkiliyên desthilatdariyê bû. Di vî alî de têgeha ‘riya sêyemîn’ di esasê de ne pergalek ji derveyê pergalê, lihevkirina nava pergalê wek alternatîf pêşkêş kir. Alozî kêm kirin, nakokî rawestand, di navberê de hevsengî avakir, di têkiliyên hêzan de karekterê qels li yê xurt zêde kir, bi vê rê jî ya xurt guherand jî hîn bêtir derfeta ku aliyên berfireh dihewîne bê avakirin afirand. Cîhana kapîtalîst li dijî demokrasiya civakî ya nûnerê riya sêyemîn bû, derfetê xwe tahkîmkirinê bikaranîn, bloka reel sosyalîzmê jî heta serê sala 1990’î ku têk çû, veguherî hegemonyayek cidî ya dewlet-partiyekê.   Mixabin dîroka şore şû berxwedanan di dawiya rojê de bi çîrokên seknên dijber a radîlal a hegemonya û destilatdariyê diafirînin tije ne.Cîhan îro li gorî paşerojê , hîn bêtir mezin dibe, berfireh dibe, rekabetên parvekirin, dizayndkirinê re tê rû hev.   Di 15 salên dawî de tiştên li Rojhilata Navîn hatine jiyîn, hemû sînorên dizaynkirin û parvekirinê nîşan didin.  Di roja me ya îro de ev hewcedariyeke lezgîn e ku divê welatên hegemon, herêm û pergalên hegemon, ji diyarkirin hêz û dagirkirinê derkevin. Ji bo ev hewcedarî bê cih jî wek alternatîf divê, mirov nekevin van şaşiyan û riyeke watedar bişopînin.   Wek parçeyek vê lêgerînê bi tevgera Kurd re nîqaşên xeta sêyemîn ji nû ve hatin rojevê û berovajî tecrubeyên berê, siyaseteke terza alternatîfa desthilatdariyan dike rojeva polîtîka reel. Di vî alî de  yên ji derveyê aktorên destihlatdariyan dimînin, tîne asta kirdeyên avaker. Ev kirde jî hîmê terza siyaseta rêxistinkirî ava dikin.   Xeta Sêyemîn ku xwe dispêre kapasîte û meşandina siyasetê ya komên civakî yên berfireh ên ji derveyî desthilatdariyê, heman demê de hedef dike ku kapasîteya meşandina siyasetê ya aliyên berfireh pêş bikeve.    Nîşe: Beşa duyemîn a nivîsê wê hefteya pêş bê weşandin.   Ev nivîs ji hejmara 34’emîn a mijara dosya ‘xeta sêyemîn’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.