Leyla Encu: Em dest ji doza xwe bernadin 2025-12-26 09:09:21   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Leyla Encu ya di komkujiya Roboskê de kurê xwe Şervan Encu winda kir, diyar kir ku ew ji dewletê ji bilî dîtina gumanbaran tiştek naxwazin û got: “Heta qiyametê dest ji doza xwe bernsdim. Em ê hesabên zarokên xwe biprisin. Em ê her tim li ser piyan bin.”   Di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de li xeta sînor a gundê Bujeh û Roboskê ya navçeya Qilaban a Şirnexê, ji aliyê Hêzên Çekedar yên Tirk (TSK) ve bi balafirên şer bombebaran hat kirin û 34 kes hatin qetilkirin. Di ser bûyerê re 14 sal derbas bûn. Tevî evqas dem derbas bû ne berpirs hatin darizandin ne jî edalet pêk hat.   Dayika Şervan Encu yê 15 salî ku di komkujiyê de hat qetilkirin, Leyla Encu der barê komkujiyê de axivî.   ‘Ji bo lênûsk û pênûsê bigirin çûn’     Leyla Encu da zanîn ku yên di komkujiyê de hatin qetilkirin hîna zarok bûne û got: “3 kes zewaicandibûn. Yên din hemû biçûk bûn. 34 kes ji bo debara jiyana xwe çibûn wir. Hemû xwendekar bûn. Ji bo lênûsk û pênûsê bigirin çûn wir. Ji neçarî ew kar dikirin. Derfetên kar tunebûn. Zarokên me hemû betal bûn. Ew rê ne riyên kaçax bûn. Serbest diçûn û dihatin. Me bizanibûna zarokên me tên qetilkirin me tu car nedişandin wir.”   ‘Tevî dizanibûn gundî ne qetil kirin’   Leyla Encu wiha got: “Em bi van bawer nakin. Bi zanebûn zarokên me qetil kirin. Zarokên me du kom bûn. Balafiran gule bi ser wan de reşandin koma ewil parçe kirin hemû şewitandin. Yek ji koma ewil xilas bû agahî da koma din. Gotin xwe xilas bikin wê balafir we qetil bikin. Koma duyem jî texmîn nekir. Xwestin hevalên xwe xilas bikin. Lê ew jî hatin qetilkirin. Balafiran 45 deqeyan li ser wan bombe reşand. Tevî dizanibûn gundî ne bombebaran kırın.”   ‘Gumanbar nîşanê me nedan’   Leyla Encu balkişand ser lêgerîna edaletê û wiha domand: “Em çûn Enqereyê, Stenbolê, Amedê.  Serokomar xwe vedişart. Nehat bi me re runenişt.14 sal derbas bû. Êşa me tezeye. Tu car êşa me jibîr nabe.Ev komkujiyek mezin bû.Heta qiyametê em ê dest ji doza xwe bernedin.  Em ê hesabên zarokên xwe bipirsin. Behsa aştiyê dikin. bila aştî bê êdî dayik negirîn. Lê baweriya me tuneye.”